Encamnameya 5'emîn Kongreya RAJK'ê hat aşkerakirin

  • 12:50 1 Hezîran 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - RAJK'ê encamnameya 5'emîn Kongreya xwe ku di 28'ê Gulanê de li dar xist aşkere kir.
 
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi dirûşma “Bi perwerde, rêxistin û parastina jinan, azadiya tak û sîstema demokratîk a gel mîsoger dikin” 5’emîn kongreya xwe di 28’ê Gulanê de li Kerkûkê bi tevlîbûna 250 delegeyan lidarxistîbû. RJAK’ê îro encamnameya kongreya xwe ya 5’emîn aşkere kir.
 
 Encamnameya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) wiha ye:
 
“Em serkeftina kongreyê li tevahiya endamên rêxistinê, tevahiya jinên Kurd û jinên azadîxwaz ên cîhanê pîroz dikin.
 
Di dîroka 28’ê Gulana 2021’ê de bi amadebûna 250 endaman li Hola Lahay a bajarê Kerkûkê bi dirûşma "Bi perwerde, rêxistin û parastina jinan, azadiya tak û sîstema demokratîk a gel mîsoger dikin" bi mêvandariya hejmarek rêxistinên jinan û rêxistinên sivîl, Nûnerên Meclîsa Îştar a Mexmûrê, nûnerên TAJÊ ya Şengalê, bi deqeyek rêzgirtina ji bo rihê şehîdan destpê kir.
 
Endamên me yên bajarê Silêmaniyê, Kerkûk, Hewlêr, Şarezûr, Raperîn, Koye û Germiyan amade bûn.
 
Di kongreyê de gotara Komîteya Amadekar û gotara vekirina Kongreyê û peyama rêxistinan û peyama Rêber Apo ya teybet ji bo jinan hate xwendin. Piştre rapora sê salan a rêxistinê ya ku ji aliyê Komîteya Amadekar ve hatibû amadekirin hate xwendin. Piştre ji aliyê endamên kongreyê ve rewşa siyasî ya herêmê, Iraq û Başûrê Kurdistanê û bi taybet rewşa jinên bi têr û tîje heta nîqaşkirin.
 
Li dijî qirkirin jinan xwepêşandan hatin kirin
 
Bal hate kişandin ser wan rastiyên ku di nava van çend salên dawî de bi giştî jinan jê re pêşengî kiriye, îşaret bi narazîbûnên li hemberî sîstema desthilatdariyê ya mêrsalarî, ya li seranserî cîhanê bi taybet li Kurdistanê hate kirin. Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî jin bi awayek aktîv tevlî nerazîbûnan bûne. Xwepêşandanên girseyî li dijî gendelî, dagirkeriyê, bêkariyê û kuştina jinan hatine lidarxistin. Tevahî şehîdên serhildanan û ew şehîdên ku di encama êrişên dewleta Tirk de şehîd bûne hatin bibîranin. Herwiha li ser pirsgirêkên jinan û ew hişmendiya serdest a zayendperest hatiye rawestandin.
 
Rêxistinên jinan pêşengî kirin
 
Di kongreyê de, bal hat kişandin ser wê rastiyê ku Rêxistinên Jinên Azadiya Kurdistanê di nava sê salên borî de pêşengî kirine. Xwedî li jinên şîdet li wan hatiye kirin derketine. Herî zêde li dijî şîdetê û dagirkeriyê çalakî hatine kirin. Bi riya semîner, konferans û çalakiyan riyên çareseriyê hatine pêşkêşkirin.  Bi taybet jin û civak li hemberî şîdetê hatine hişyar kirin. Lê roj bi roj komkujiyên jinan zêde dibe û tevî hemû hewldanên me, heta niha şîdet nehatiye astengkirin. Lewma di kongreyê de li ser şîdetê guftûgoyên kûr hatine kirin. Li ser sedem û çareserkirina vê pirsgirêkê gelek biryarên girîng hatine dayîn."
 
Di konferansê de ev biryar hatin girtin:
 
"* Bêyî cudahiya fikrî û siyasî ji bo tevahiya jinan vekirina dewreyên perwerdeyê. Bi taybet ji bo wan jinên ku daxwaza wan kar û xizmeta ji bo jinan û tevahiya civakê heye.
 
*Emê pêngava ji bo birêxistinkirina jinan ya bi dirûşmeya ‘Pêwîste yek jin jî bê rêxistin nemîne’ dewam bikin. Ev pêngav wê li ser bingehê rêxistinek giştî, komîn û meclîsa jinan dewam bike. Ji bo ku jin bibin xwedî rêxistinek serbixwe emê kar bikin. Herwiha girîngîdayîna xebata jinan ya li bajarên Iraqê. Yanî rêxistinkirina jinên Ereb, Tirkmen, Aşûrî û hemû baweriyên cûda yên li bajar û bajarokên Herêmê, Kerkuk, Xaneqîn, Duzxurmatû û Musilê.
 
* Emê li rexa pêngav û kampanyayên dijî hemû komkujî û tundûtujiya ser jinan, ji bo vekirina cihek ya ji bo parastina jinan (Startgeha jinan) kar bikin.
 
*Li hemberî helwesta ew jinên di nava siyasetê de xetperestin, di nava pêşbirka desthilatdaran dene, ji rastî û êşa civakê hatine qût kirin, emê têkoşînek bihêz li ser bingehê xeta azadiya jinan birêve bibin û modêla nû ya pêşengtiya jinan ya di siyasetê de pêşbixin.
 
*Ji ber ku Rêber Apo herî zêde ji bo azadiya jinan têkoşîn kiriye, emê çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo weke erkek xwe dibînin. Ji bo vê emê çalakiyên demokratîk lidarbixin, fikir û ramanê Rêber Apo yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan, belav bikin.
 
* Emê bi rêya çalakiyên giştî, pêngava dijî hemû dagirkeriyên ser xaka Herêma Kurdistan û Iraq, bi taybet jî dagirkeriya dewleta Tirk ya leşkerî, siyasî, çandî û hûnerî kampanyayên cûda ragihînin.
 
* Di çarçoveya ji nûve bingeh danîna civakê, emê projeyek gera ji bo gundan, bi pêşengiya jinan pêşbixin. Pêngava ji bo qedexekirina kel û pelên biyanî, girîngîdana bi kel û pelên xwemalî emê ragihînin.
 
*Em têkoşînek radîkal, siyasî û îdeolojî li hemberî komkujiya jinên Şengalê birêve dibin. Ji bo azadiya jinên hemberî êrişên DAIŞ’ê hatin û yên ku dîl ketine destê DAIŞ’ê, bi dirûşmeya ‘Na ji bo komkujiya Jinan’, ‘Azadiya Jinên Şengalê, azadiya mirovahiyê ye’ emê çalakiyên xwe dewam bikin. Heya nasandina komkujiyan weke jenosîd , hem li ser asta navxweyî hem jî derve, emê çalakiyên xwe dewam bikin. Em piştevaniya sîstema xwerêveberiya Şengalê dikîn.
 
*Ji bo ku ragihandin bikeve xizmeta civakê û di nava ragihandinê de dawî li rêgezperestiyê were, emê kar bikin. Bi vê armancê wê hinek dewreyên perwerdeyê yên ragihandinê werin vekirin.
 
* Li dijî hemû yasayên bi zihniyeta rêgezperestî hatine nivîsandin, emê têkoşînê bikin. Ji bo vê yekê jî ji bo pêşxistina projeyasayên nû, emê çalakiyên cûr be cûr lidarbixin. Di heman demê de emê ji bo pratîk kirina ew yasayên bi awayek demokrat û hevseng hatine sererastkirin, kar bikin."
 
RAJK'ê bi rêya necamnameya kongreyê diyar kir ku wan ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û hemû civakê, herwiha danîna sîstemek bi rêxistinkirî û bihêz ya ji bo hemû jinan, garantiya azadiya rasteqîn û danîna civakek li ser bingehê demokrasî, xwerêveberî û mîsogerkirina jiyana azad, di kongreyê de wan guhertinên girîng di bernameya navxweyî ya rêxistinê de çêkirin û di dawiya encamnameyê de wiha hat gotin: "Di kongreyê de bi amadebûna parêzerê rêxistina me, 19 jin wek endamên Giştî yên Meclîsa rêxistinê hatin hilbijartin. Kongre bi kêfxweşiyek mezin û sozdanek bihêz ji bo serkeftin û azadiyê bi awayek serkeftî bi encam bû."