Jinên Kurd ên li Rûsyayê li dijî tecrîdê banga têkoşînê kirin

  • 11:51 1 Hezîran 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurd ên li Rûsyayê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrşîşên li ser xaka Kurdistanê banga tevlibûna têkoşînê li ciwanên kurd kirin.   
 
Li navçeya Yerşovê ya herêma Saratovê ya Rûsyayê, Kurdên li gundê Yûjnî li dijî êrîşên dewleta tirk li ser xaka Kurdistanê  daxuyaniyek dan çapemeniyê. Endamên Komîteya Jinên Ciwan a Meclîsa Kurd a navçeya Yerşovê li hev civiyan û polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewleta tirk şermezar kirin. Li ser navê Komîteya Jinên Ciwan Kewê Osmanova daxuyanî da û anî ziman ku jinên Kurd ên li Rûsyayê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qebûl nakin û gotin ku ev tecrîd wê bi ser nekeve.
 
Di dewama daxuyaniyê de jinan bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêma Federal a Kuristanê û hate ragihandin ku artêşa tirk piştî derba li Garê xwar, bi rengekî hîn hovane êrişên xwe yên li ser gelê Kurd zêde kir. Kewê Osmanova diyar kir ku operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk ên li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê nû nînin û destnîşan kir ku ev êriş di çarçoveya konsepteke navneteweyî de tên kirin.
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Operasyonên tunekirinê yên li dijî gelê Kurd tên kirin, dewama tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Armanc ji vê yekê lawazkirina Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Bi vî rengî dixwazin planên xwe yên li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêk bînin."
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de girîngiya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' ku li Kurdistanê û her devera cîhanê tê meşandin hat bibîrxisitn û bang li ciwanên Kurd hat kirin ku hîn bi xurtî tevli nav têkoşînê bibin.