Li Amedê jinek ji kuştinê filitî

  • 10:00 1 Hezîran 2021
  • Rojane
 
AMED - Li navçeya Farqînê Îrfan M. hewl da ku Meral M. bikuje. 
 
Li Taxa Mescîtê ya navçeya Farqînê ya Amedê, Îrfan M., hewl da ku Meral M. ya pê re zewicandî bikuje. 
 
Meral a ku piştî bûyerê giran birîndar bû, tîmên tendirustiyê ew rakirin nexweşxaneyê. Dermankirina Meralê li beşa giran didome û Îrfan M. jî hat binçavkirin.