‘Li girtiyên di grevê de hevdîtina bi psîkologan re tê ferzkirin’

  • 09:10 1 Hezîran 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Ji Koordînasyona Marmarayê ya Şopandina Grevên Birçîbûnê Destîna Yildiz  diyar kir ku ji bo girtiyên ketine greva birçîbûnê  cezayê dîsîplînê hatiye dayîn û gardiyan girtiyan provoke dikin. Destnînayê her wiha da zanîn ku li girtîgeha Kandirayê ji bo girtî grevê bi dawî bikin, gotine ku bi psîkologan re hevdîtinê bikin.
 
Greva birçbîunê ya bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin li girtîgehan hat destpêkirin di roja 187’an de berdewam dike. Koordînasyona Marmarayê ya Şopandina Grevên Birçîbûnê bi armanca dijhiqûqiyên li giertîgehan tespît bikin û bikin rarapor di 4-10’ê Gulanê de çû serdana girtrîgehên Marmarayê. Piştî serdanê rapor hat weşandin. Ji saziyên cuda 26 parêzerî li 12 girtîgehan bi 50 girtiyî re hevdîtin kirin û  hat tespîtkirin ku 612 girtî di grevê de ne. hevberdevka Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Destîna Yildiz der barê serdanê de axivî.
 
Destînayê da zanîn ku li girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kandirayê gardiyanan li hember girtiyên di grevê de pêkanînên şexsî pêk tînin û wiha pê de çû: “Helwestên provokattîf hene. Li girtîgeha Tîpa L ya Sîlîvriyê rêveberiya girtîgehê li girtiyên di grevê de ne, hevdîtina bi psîkologan re ferz  dike. Dixwazin bi vî awayî dawî lig revê bînin. Hemû girtiyên dikevin grevê cezayê disîplînê li wan tê birîn.  Niha ji ber tevlîbûna hinek bernameyan ceza tê dayîn lê  her ku pêvajo pêş dikeve hinek cezayên dîsîplînê yên nû tên dayîn. Ev ceza heta cezayên hucreyê diçin. Ligel hemû binpêkirinan , ji bo girtiyên ji ber dorvegeriyê dawî li grevê tînin xwarinên li gorî wan nayên dayîn. Tenê li sê girtîgehan xwarinên diyetê tên dayîn.”
 
‘Nameyên ji CPT'ê re tên nivîsîn tên astengkirin’
 
Destînayê bi lêv kir ku li dijî binpêkirina mafan girtî ji saziyên netewî û navneteweyî re nameyan dişînin lê tên astengkirin û wiha pê de çû: “Hinek ji van tên şandin. Bi taybet nameyên ji saziyên navneteweyî û CPT'ê re tên nivîsîn tên astengkirin. nameyên ji ÎHD û CÎSST'ê re tên nivîsîn jî tên desteserkirin.”
 
‘Dirêjbûna grevan rîske’
 
Destînayê her wiha balkişand ser greva birçîbûnê ya du sal berê jî û wiha dirêjî dayê: “Wê demê jî girtî ketibûn grevê. Li ser bedena wan texrîbat çêbibûn. Di vê pêvajoyê de jî dorveger dikevin grevê. Bedena wan zirarê dibîne. Em nizanin ku wê grev heta ku derê bidome. Dirêjbûna grevan ji bo girtiyan rîsk e. Ji ber pandemiyê rewş hîn bêtir giran e. Ji ber vê divê daxwaza girtiyan bê qebûlkirin.”
 
‘Daxwazên girtiyan ne li dijî qanûna ne’
 
Destînayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew dixwazin ku dengê girtiyan bidin bihistin û wiha dawî lê anî: “Divê em guh bidin dengê girtiyan û li hember daxwazan bi hestiyar bin. Daxwazên wan ne zor û bê derfetin. Divê Tirkiye berpirsyariya xwe bîne cih. Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re pêk bên.  Daxwazên girtiyan ne li dijî qanûna ne.”