‘Gumanbar tên parastin em tên cezakirin’

  • 09:05 1 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Gulîstan Azak
 
DÊRSÎM - Li Dêrsîmê jinên li dijî bûyerên windakirin, destdirêjî û şîdetê dertên tên cezakirin. Endama PM'a HDP'ê û Platforma Jinan a Dêrsîmê Helîn Yagmur Ucî wiha got: “Jin li malê mêr li derve ji dewletê şîdetê dibînin. Li şûna gumanbarê şîdetê, jin tên cezakirin.
 
Li Dêrsîma ku polîtîkayên şerê taybet tên meşandin, dema ku bûyerên destdirêjî û tecawizê dertên holê, merciyên edlî biryara veşêrin digirin û bûyerê vedişêrin. Walîtî jî bi armanca bertekên gel neyên dîtin her tim çalakî û bernameyan qedexe dike.
 
 Di 27’ê cotmeha 2020’an de Huseyîn Polat ê li restorantekê wek hoste dixebitî, li jinekê destdirêjî kiribû. 15 endamên Platforma jinan a Dêrsîmê ku xwestin li dijî vê çalakiyê pêk bînin, 3 hezar û 150 TL cezayê pere li wan hatibû birîn.Der barê wan de bi hinceta ‘qedexeya çalakiyê’ jî lêpirsîn dabûn destpêkirin.
 
Li aliyê din jî xwendekara zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku hîna nehatiye dîtin.  Dîsa bûyera di 20’ê Gulanê de pêk hat ku jinek bi navê V.Y. li rawestgehê paya bû û ji aliyê cendermeyan ve hatibû tehdîdkirin û şîdetê lê kiribûn jî di rojevê deye. Endama PM'a HDP'ê û Platforma Jinan a Dêrsîmê Helîn Yagmur Ucî der barê geşedanên li Dêrsîmê diqewimin de nirxandin kir.
 
‘Li malê şîdeta mêr li derve ya dewletê’
 
Hêlînê da zanîn ku li bajar li hember jinan polîtîka şer tê meşandin û di encama vê de tecawiz, destdirêjî û windakirin tên jiyîn. Helînê ev tişt vegot: “Jinên ku dixwazin li hember van pêkanînan têbikoşîn jî tên astengkirin û cezakirin. Jin li her derê şîdetê dibînin. Li malê şîdetê ji mêr li derve ji dewletê dibînin. Hewl didin jinan bêdeng bikin. Lê tevî her tiştî jin têkoşîna xwe didomînin û li qadan îtîraz dikin.”
 
‘Gumanbar tên parastin’
 
Helînê der barê cezayên pere de jî wiha got: “Di 27’ê Cotmeha 2020’an de li dijî destdirêjiyê ji ber ku me çalakî pêk anî polîs şîdet pêk anî. Ji bo me her yekê 3 hezar û 150 TL ceza hat birîn. Ceza didin me lê gumanbarê şîdetê diparêzin. Tevî hemû astengiyan me çalakî pêk anî û me gumanbar teşhîr kir. Ne tenê ev astengî çalakiyên ji bo Gulîstan Doku jî tên astengkirin.”
 
‘Di ser jinan re sermayeya xwe zêde dikin’
 
Helînê bi lêv kir ku bi cezayen pere dewlet di ser jinan re sermayeya xwe zêde dike û wiha dawî lê anî: “Dewlet jinan xizan dike birçî dihêle. Pandemiyê dikin hincet û me dikin bin zextan.  Tevî her tiştî wê nikaribin me ji têkoşîna me bikin. Em ê heta dawî ji bo Gulîstan Doku û jinên din têbikoşin.”