Aktîvîsta TJA'yê Emîne: Li hemberî qirkirina jinan rabin ser piyan

  • 09:04 1 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan, têkildarî zêdebûna kûştina jinê axivî û anî ziman ku kûştina jinê parçeyek ji polîtîqaya şerê taybet e û got: “Peymana Stenbolê ji bo me jinan gelek girîng bû.  Bi betalkirina peymanê re qirkirina jinan zêdetir bû. Divê em li dijî qirkirinê rabin ser piyan û ji kûştina jinan re bêjin êdî bes û dengê xwe bilind bikin.  
 
Di demên dawiyê de kûştin û qetilkirina jinan her ku diçe zêde dibe. Bi taybetî jî piştî ku îqtîdara AKP’ê Peymana Stenbolê betal kir û şûnde kûştina jinan zêdetir bû. Gelek jinên ku tên kuştin ji aliyê kujer û qtîdarê ve dibin navê întîharê de kuştina wan tê vêşartin. Li Şirnexê jî kuştina jinan a bi gûman di meha Gulanê de jî berdewam kir û du jinan di bin navê întîahrê de bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dan. Jinên ku jiyana xwe ji dest dan û hat îdakirin întîhar kirine derbarê mirina wan a bi gûman de tu lêkolîn nehat kirin.   
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Înan, di derbarê kûştina jinê de axivî û bi lêv kir ku kûştina jinê parçeyek polîtîqayên şerê taybet e.   
 
‘Kuştina jinan ne ji rêzê ye’
 
Emîneyê, anî ziman ku mirina jinan a bi guman di demên dawiyê de gelek zêde bûye û got: “Dîrokek jinê heye. Dema jinê dest bi jiyanê û afirandina jiyanê kiribû wê demê jî li hember kesên ku dixwazin destkeftiyên wan bi dest bixin têkoşiyan. Îro jî dema mirov lê dinêre jin li hemberî desthilatdarên ku êrîşî destkeftiyên wan dikin têdikoşin. Di sala 2020’î de bi sedan jin hatin kuştin. Kuştina jinan ne ji rêzê ye. Divê em ji rêzê nebînin. Di sala 2021’ê de jî kuştina jinê zêde bûye. Di sala 2020’an de di bin navê ‘rewşa baş de îqtîdara AKP’ê kûjerên jinan dan berdan. Ew kûjerên ku hatin berdan piştre carekedin jin qetil kirin. Jin îro li hember îktîdara AKP’ê li ber xwe didin. Êrîşên li hemberî jinên ku koletiyê qebûl nakirin û li dijî îqtîdarê têdikoşînin zêde dibin. Ev êrîş bi destên kûjerên tên kirin û  ev kûjer jî ji aliyê hikûmetê ve tên parastin. Civaka polîtîk û ehlaqî bi destê jinê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê jî dixwazin civakê bê ehlaq bihêlin. Em her roj bi kûştina jinan şiyar dibin. Li her qadê êrîşî jinan dikin. Jin ku li heberî êrîşan têkoşînê didin zêdetir êrîş li wan tê kirin.
 
‘Ser bûyerên kuştina jinan tê girtin’
 
Emîneyê, da zanîn ku di demên dawiyê de kûştinên jinan ên bi guman zêde bûne û wiha domand: “Bi taybetî jî jinên ku bi guman jiyana xwe ji dest didin dibêjin întîxare û ser bûyerê tê girtin. Gelek bûyer bi vî rengî ser wan hat girtin. Li Şirnexê di  meha Gûlanê de du jinan bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dan. Lê tu lêkolîn nehat kirin û ser bûyeran hat girtin. Kûjerên jinan diyarin. Lê nayên cezakirin. Kesên ku kûjeran diparêzin ser bûyerên kuştina jinan digirin. Kûştina jinan jî ji ber polîtîqayên bêcezabûnê her ku diçe zêde dibe. Ger ku kûjer bên cezakirin dê kuştina jinan kêm bibe. Kûjerên ku nayên cezakirin hêzî li vê polîtîkaya bêcezahiştinê digirin. Kûjer jî zanin ku îqtîdar  li paş wan e. Li dadgehan jî hiqûq û edalet nemaye.”
 
‘Peymana Stenbolê destkeftiyek jinan bû’
 
Emîneyê, bal kişand ser Peymana Stenbolê û destnîşan kir ku piştî peyman hat betalkirin şûnde kûştina jinan zêdetir bûye û ev tişt anî ziman: “Peymana Stenbolê ji bo me jinan gelek girîng bû. Peymanê îsal 10 salên xwe tijî kir. Peymana Stenbolê di serî de jî Tirkiyeyê îmze kir. Lê mixabin Tirkiye li pişt soza xwe nema. Gotineke hikûmeta AKP’ê heye ku dibêje, ‘ev bendên Peymana Stenbolê li dijî ehlaqên civaka Tirkiyê ne.’ Ew bi vî awayî bi xwe re di nav nakokiyan de ne. Piştî ku peyman hat betalkirin şûnde kûjer zêdetir ketin nav tevgerê û kûştina jinan zêde bû. Ev peyman ji bo di her aliyê de jinê biparêze bû û gelek xalên wê yên ku jin diparastin hebû. Herwiha peyman destkeftiyeke jinan bû. Lê li dijî van hemû pêkanînan jin dê li her qadê fikr û ramanên xwe bînin ziman. Betalkirina peymanê pêşiya kujerên jinan  vedike. Ji ber vê yekê jî em dixwazin caredin peyman bikeve meriyetê.”
 
‘Divê em xwe biparêzin û birêxistin bikin’
 
Emîneyê, girîngiya kampanyaya “Em xwe diparêzin” a ku ji aliyê TJA’yê ve hatibû destpêkirin jî bi bîr xist û wiha pêlda axaftina xwe: “Em mal bi mal, kolan bi kolan geriyan û girîngiya kampanyayê gihand hezaran jinan. Di vê pêvajoya pandemiyê de jî her çiqas ji destê me hat, me xwe gihand jinan û xebatên xwe meşand. Ji ber ku di vê pêvajoya pandemiyê de jî jin bi tûndiyê re rûbirû dimînin. Armanca xebat û kampanyayên me ew e ku em xwe bigihînin hezaran jinan. Me xwest di çarçoveya kampanyayê de jinê agahdar bikin ku bikaribe xwe biparêze. Di çarçoveya kampanyayê de jî me xebatên cur bi cur dan meşandin. Xweparastin jî mafê herî rewa ye. Ji ber wê jî mafê jinê ye ku xwe biparêze. Jin nîvê civakê ye. Divê em xwe biparêzin û rêxistin bikin.”
 
‘Li hember qetilkirina jinê em dengê xwe bilind bikin’
 
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de got divê hemû sazî û komeleyên jinan li hember kûştina jinan rabin ser piyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Peywira herî girîng ya saziyên jinan e. Gelek destkeftiyên me ji aliyê îqtîdar û mêran ve hatin desteserkirin. Ji ber vê yekê jî cihek nema ku jin biçin  serî lê bidin û alîkariyê bixwazin. Divê em bi hev re rabin ser piyan û ji kûştina jinan re bêjin na. Kûştina jinê jî parçeyek polîtîqaya şerê taybete. Li hember qetilkirina jinê em dengê xwe bilind bikin.”