Di Peymana Stenbolê de peywir û mîsyona GREVIO

  • 09:03 1 Hezîran 2021
  • Peymana Stenbolê
 
Oznur Deger
 
ENQERE - Akademîsyen Nîsan Kuyucu ku hat îxrackirin û ji bo GREVIO rapora golge nivîsî,  xalên 66 û 70’ê yên Peymana Stenbolê nirxand û got: “GREVIO jî wek komîteya DEDAW tenê bi agahiyên dewlet dide sînor namîne û rêxistinên civaka sivîl jî wek hevkarê esas yê pêvajoya rapor, nirxandin û şopandinê dibîne. Yek rapora Platforma Şopandina Peymana Stenbolê bi giştî ji Tirkiyê 5 raporen golge çûn GREVIO. Peymana Stenbolê ne dewletan jinan nivîsî.  Niyeta me tune em dest ji peymanê jî berdin.”
 
Peymana Stenbolê di şeva 20’ê adarê de bi biryaranameya serokomariyê hat feshkirin û piştî vê jin ketin tevgerê. Koma Kampanya Peymana Stenbolê pêk bîne, heta 1’ê tîrmehê ku wê bi giştî peyman bê rakirin, banga serhildanê li jinan kir. Em jî bo piştgiriyê bidin çalakiyên jinan rêzenivîsa xalên peymanê digirin dest û em berbi dawiya rêze nivîsê tên.
 
Em îro xalên 66 û 70’ê yên peymanê dinirxînin. Ev peyman balê dikişîne ser peywir û berpirsyariyên Koma Pisporên Çalakiya Li dijî Şîdeta li Hember Jinê (GREVIO). Xalên 66 û 70’ê wihane.
 
“Xala 66'an
 
1- Koma Pisporên Çalakiya Li dijî Şîdeta li Hember Jinê (GREVIO), wê dewletan bişopîne ku ka peyman pêk tê an na.
 
2- GREV herî kêm 10 herî zêde wê ji 15 endaman pêk bê û li gorî zayend û herêman wê hevseng be û kesê pispor pêk tê. Endam ji bo çar salan, ji aliyê welatên alîgir ve wê wek namzet bê nîşandan û ji aliyê Komîteya Alîgiran ve bê hilbiajrtin. Endam ancax demekê dikarin peywirê bikin û  ji welatiyên welatên alîgir ve wê bê hilbijartin.
 
3- 10 endamên ewil çawa peyman bikeve meriyetê di salekê de wê bên hilbijartin. 5 endamên din jî dema ku welatê 25’emîn hat erêkirin û tevlî bibin wê bên hilbijartin.
 
4- Endamên GREVIO li gorî van esasan wê bên hilbiajrtin; Kesên xwedî nirxên ahlaqî ya bilind,  keên mafê mirovan, wekheviya zayendî,  kesên alîkariyê didin mexdurên şîdetê wê bênhbilartin.
 
b. Di GREVIO de ji heman welatî du endam nabe.
 
c. Endam divê pergala hiqûqa esas temsîl bikin.
 
d. Divê sazî û kesên bi qada şîdetê re eleqeder dibe temsîl bikin. 
 
e. Endam wê bi taybetiyên xwe yên xweser tevlî bibin, dema peywirê tînin cih jî wê serbixwe û bê alî bin.
 
5- Usulên hilbijartna endaman, ji aliyê Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa ve, piştî ku bi alîgiran ve şêwirîn û bi yek dengî hat erêkirin şûnde, piştî peyman ket meriyetê wê bê diyarkirin.
 
6- GREVIO wê esasên xebata xwe bixwe diyar bike.
 
7- Endamên GREVIO û endamên heyeta di fikraya 9 û 14’an a xala 68’an de hatine diyar kirin, dema serdana welatan dikin, wê ji destnedan û taybetiyên di peymanê de hatine diyarkirin fêdeyê bigirin.
 
Xala 70’ê; Rola parlamentoya şopandinê
 
1- Wê ji bo tevlîbûna şopandina tedbîrên ji bo pêkanîna peymanê, wê parlamentoyên neteweyî Parlamentoyên neteweyî bê vexwendîkirin.
 
2- Welatên alîgir wê raporên xwe yên GREVIO pêşkeşî parlamentoyên xwe yên neteweyî bike.
 
3- Wê carcaran ji bo nirxandina pêkanîna peymanê, Amsamblesiya Parlamenteriya Konseya Ewropa bê vexwendîkirin.”
 
Akademîsyen Nîsa Kuyucu ku bi KHK’ê hat îxrackirin û di 2017’an de rapora golge amade kiribû, xalên 66 û 70’ê nirxand.
 
Saziyên civaka sivîl jî dikarin raporan pêşkêş bikin
 
Nîsayê derbarê  mîsyon û peywira  GREVIO de nirxandin kir û got GREVIO komeke pisporan ya ku ji  pêkanîna Peymana Stenbolê  berpirse  û wiha pê de çû: “Navê wê Koma Pisporên Çalakiya Li dijî Şîdeta li Hember Jinê ye.  Ev pispor li gorî krîterên di peymanê de cih digirin ji dewletên alîgirt tên hilbijartin. Welatiyên dewletên xwe ne û serbixwe û bê alî ne. Serokatiya GREVIO du deman ji Tirkiyeyê Ferîde Acar kir. Ligel hewldanên bi qiymet yên Ferîde Acar, bi ked û piştgiriya xwe ya ji bo tevgera jinan jî hat hilbijartin. GREVIO wê ewil bişopîne ku ka welat pêk tînin an na. Vê jî bi formên xwe yên pirsan ku ji bo rewşa welatan bipînin amade dikin, pêk tînin. Welatên alîgir vê forma GREVIO tije dike. Raporên xwe pêşkêş dike. Saziyên civaka sivîl jî dikarin raporên xwe bişînin GREVIO û dikarin raporên dewletê yên aliyên kêm temam bikin. Ne tenê bi raporan, bi serdanan jî GREVIO dikare agahiyan kom bike. GREVIO di encama pêvajoya şopandinê de agahiyên derbarê Peymanê de kom dike, dike rapor û pêşniyaran dike.”
 
‘Sê sal bû pêşketinek tunebû’
 
Nîsayê derbarê helwesta Tirkiyeyê ya li hember nêrînên GREVIO jî ev tişt bi lêv kir: “Di rapora 2018’an a GREVIO de hinek sernav hebûn. Di raporê de tespîta ku Tirkiyeyê daneyên derbarê şîdetê de negirtine, bi raya giştî re parve nekirine û daneyên saziyên cuda neanîne gel hev û mekanîzmayek nehatiye avakirin. Her wiha balkişandibû ser kêmasiya daneyên der barê pêvajoya hiqûqî de. Sê sal derbas bû lê di vê mijarê de tu pêşketin çênebû. Yek mijarek din ya girîng ku GREVIO bal kişandibû ser tunebûna biryarbûneke têkoşîna topyekun. Sê sale di vê mijarê de guherînek tune.”
 
Raporên STO ji bo GREVIO gelek girîng in
 
Nîsayê her wiha daxuyand ku nêrînên STO’yên serbixwe yên derbarê raporên GREVIO de û got gelek girîng e ku saziyên civaka sivîl mekanîzmayên navneteweyî bikar bînin û em dibînin ku GREVIO jî ji raporên ku saziyên sivaka sivîl fêdeyê digirin gelek zêde ne.
 
‘GREVIO di raporên xwe de tespîtan dike’
 
Nîsayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “GREVIO di raporên xwe de diyar dike ku berovajî xalên Peymanê, zîhniyeta serdest ya ku jinan hepsê rolên malê dike, tên meşandin û vê rîskê tîne ziman. Ev tespîta GREVIO nîşan dide ku  peymana Stenbolê bi bandor pêk nayê û têgehên ku esasên peymanê ava dike, ji aliyê hikûmetê ve nayên bikaranîn. Wek me berê jî gotibû, GREVIO jî wek Komîteya CEDAW’ê, tenê bi agahiyên ku dewlet dide sînor namîne. Şopandin, rapor û nirxandina saziyên civaka sivîl jî hevpar dibîne.”
 
‘Xwegîhandina daneyan ne pêkane’
 
Nîsayê her wiha daxuyakirin ku di raora CREVIO de tê diyar kirin ku Tirkiye derbarê şîdeta li hember jinan de daneyan nagire û ji ber vê jî xebatên rapor û şopandina saziyên civaka sivîl jî zehmetir dibin. Nîsayê wiha dawî lê anî: “Her sazî li gorî pîvanê xwe daneyan digire. Wek Peymana Stenbolê jî dibêje, mekanîzmayeke bi bandor ya ku vê tîne gel hev tune. Peymana Stenbolê ne dewletan jinan nivîsî. Niyeta me tune em dest ji standardên peymanê berdin.”