'Ne li dijî rêxistinên tendirustiyê li dijî pandemiyê têbikoşin'

  • 15:15 31 Gulan 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Li dijî binçavkirina tevî Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey a 8 kesî civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de peyama ne li dijî rêxistinên tendirustiyê li dijî pandemiyê têbikoşin hat dayin. 
 
Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê, derbarê binçavkirina Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) Selma Atabay û 8 kesên din de, civîneke çapemeniyê li dar xistin. Daxuyanî li avahiya SES'ê ya Şaxa Enqereyê hat dayîn. Di dema daxuyaniyê de pankarta ku li ser "Ne li hemberî rêxistinên ked û pîşeyî yên tenduristiyê, li hemberî pandemiyê têbikoşin" nivîsandî hat daliqandin. 
 
Hevserokê SES'ê yê Şaxa Enqereyê Kubîlay Yalçinkaya, anî ziman ku gava gotine şewb nayê birêvebirin, îqtidar û derdora wê ew hedef girtine. Kubîlay, diyar kir ku daxwazên wan ên ji bo aboriyê û mafên wan wekî "bertîlê" hatine wesifandin û got: "Çalakiyên me hatin provekirin. Qelemşor û çapemeniya îqtidar ji bo daxuyaniyên me yên derbarê polîtîkayên tenduristiyê û pandemiyê de gotin, heger mudaxile neyê kirin, em ê heqê xwe helal nekin." 
  
Kubîlay, diyar kir ku îqtidar di têkoşîna li dijî pandemiyê de ji bo hebûna xwe tev geriyaye, lê belê nikaribûye vê pêvajoyê bi rê ve bibe. 
 
Kubîlay, anî ziman ku îqtidar dixwaze muxalefeta di qada tenduristiyê de bêdeng bike û bi vî awayî ser hejmara pêektî miriyan bigire û got: "Di vê pêvajoyê de ji dêvla birêvebirina pandemiyê, hewl didan wekî ku tiştekî dikin bidin der, lê her ku ev têgihana wan hejiya êrîşên wan ên li hember rêxistinên ked û pîşeyî yên tenduristiyê zêde bûn. Herî dawî jî endam û rêvebirên SES'ê binçav kirin." 
 
Serokê Odeya Bijîşkan a Enqereyê Alî Karakoç jî got: "Em baş dizanin bê serekên rêxistinên sûcî yên organîzekirî, siyasetmedar û burokratên ewlehiyê çi anîne serê vî welatî. Dozger û dadger derbarê van kesan de tiştekî nakin, lê radibin kesên ji bo tenduristiya gel têdikoşin binçav dikin. Wekî her carê dê têkoşîna me bidome."