Ekin Ceren Dogruak bi kulîlka jê hez dikir hat bîranîn

  • 15:11 31 Gulan 2021
  • Rojane
ENQERE - Ekin Ceren Dogruak a ku li Herêma Federe ya Kurdistanê di qezeya trafîkê de jiyana xwe ji dest da bi kulîlka beybûnê ya herî zêde jê hez dikir li ser gora xwe hat bîranînin. 
 
Ekin Ceren Dogruak a ku li Herêma Federe ya Kurdistanê di qezeya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû. Ekin Ceren Dogruak (Amara) di 16'emîn salvegera xwe de li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê hat bîranîn. Malbata Ekînê, parlamentera HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan, rêveberên navçe û bajêr ên HDP'ê yên Enqereyê, hevalên zarokatiyê yên Ekîn Ceren û hevalên wê yên dibistanê beşdarî merasîma cenaze bûn. 
 
'Navê Amara li hezaran zarokan hat kirin'
 
Bîranîn bi deqeyek girtina rêzê dest pê kir. Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Vezir Coşkun Parlak li vir axivî. Vezir diyar kir ku navê Amara li hezaran zarokan hat kirin û wiha domand:"Rêhevala me Amara di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de dijî."
 
Bavê Ekîn Ceren Nusret Dogruak diyar kir ku rihê keça wî di nava têkoşîna hevalê xwe dijî. 
 
Dayika Ekin Ceren jî Hulya Dogruak diyar kir ku keça wê herkesê li wir wekî xwişk û birayên xwe dibîne. Parlamentera HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan jî diyar kir ku wê di dema HADEP'ê de Ekin Ceren nas kiriye û got ew bi malbata Ekînê re serbilind e ku jineke wiha mezin kirine û da zanîn ew jî serbilind e ku Ekînê nas kiriye. 
 
Kesên beşdarî merasîmê bûn kulîlkên beybûnê yên Ekîn Cerenê gelekî jê hez dikirin danîn ser gora Ekînê. Merasîm bi vî awayî bi dawî bû.