Nobeta 'edaletê' di roja 84'an de ye: Em bêdeng namînin

  • 11:30 31 Gulan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku 84 roj in li ber Edliyeya Rihayê di nobeta edaletê de ne, li ser hesabê xwe yê medya civakî di parvekirina ku kirin de gotin, "Em bêdeng namînin."
 
Emîne Şenyaşar a di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û du kurên wê hatin qetilkirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrişê de bi birîndarî xelas bû re, ji bo ku bersûc bên girtin û darizandin, nobeta xwe ya “edaletê” di roja 84’emîn de dewam dikin. 
 
Malbatê di roja 84'emîn a çalakiya xwe de li ser hesabê xwe yê medya civakî krîkaturkî mijara wî "edalet" parve kir û got, "Ev 84 roj in em li ber edliyê dipirsin. Li Nexweşxaneya Pirsûsê kê sê mirovên me qetil kirin?  Heta ku edalet bê bicihanîn em her roj vê pirsê bikin. EM BÊDENG NAMÎNIN..."