Emîne û Ferît Şenyaşar: Em ê hesap biprsin

  • 12:18 30 Gulan 2021
  • Rojane
RIHA - Malbata Şenyaşar, di roja 83’yemîn a lêgerîna xwe ya edaletê de, daxuyanî da û got: “Bila tu şik û gumana we nebe, em ê her roj hesab bipirsin.” 
 
Emîne Şenyaşar a di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û du kurên wê hatin qetilkirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrişê de bi birîndarî xelas bû re, ji bo ku bersûc bên girtin û darizandin, nobeta xwe ya “edaletê” di roja 83’yemîn de dewam dikin. Malbata Şenyaşar, ji ber qedexeya derketina kolanan a pêvajoya pandemiyê, nobet xwe ya îro li mala xwe ya li Pirsûsê girtin.
 
‘Em ê hesap biprsin’
 
Malbata Şenyaşar, di roja çalakiya xwe ya 83’yemîn de, li ser hesabên xwe y ên medya înternetê, ev parvekirin kir: “Em ji dozgerên li dozê mêze dikin re dibêjin, ‘Me 23 kesên li nexweşxanê tevkujî kirin, tespît kiriye.’ Gelo dewleta hiqûqê li benda çiye ku ya pêwîst bike. Em amadene ku van îdîayên xwe bi belgeyên fermî jî, danin holê. Bila tu şik û gumana we nebe, em ê her roj hesab bipirsin.”