Nobeta 'Edaletê' di roja 82'yemîn de ye
- 11:23 29 Gulan 2021
- Rojane
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên nobeta xwe ya "Edaletê" didomînin ji ber sînordarkirina derketina derve li malê çalakiya xwe didomînin.
Nobeta “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin di roja 82'an de didome. Emîne û Ferît Şenyaşar ên nobeta xwe ya "Edaletê" didomînin ji ber sînordarkirina derketina derve li malê çalakiya xwe didomînin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji Meclîsa Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê ya do ew li ber edliyeyê ziyaret kirin, spas kir û got:"Heq, hiqûq û edalet di bin lingan de tên pelçiqandin. Herkes vê yekê dibîne. Roja dayina hesab a li pêşberî darazê ya kesên zilmê dikin nêz e. Ew ê hemî cîhan dîmenê komkujiyê yê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê temaşe bikin."