Parêzerê Gulistan Doku: Dosya mehkûmê ronîkirinê ye

  • 09:10 29 Gulan 2021
  • Rojane
 
AMED - Gulîstan Doku di 5’ê çilê de li Dêrsîmê hat windabû, heta îro jî derbarê wê de tu agahî nîne. Parêzêrê malbatê Alî Çîçek destnîşan kir ku dosyaya Gulîstan Doku di nav xwe de têra xwe piştrast dihewîne û got: "Hem daxwazên me û hewldanên me bê bersîv hatin hiştin hem jî kesên ku xwestin bûyerê ronî bikin derheqê wan de doz hatin vekirin."
 
Di 5'ê çilê 2020’an de Gulîstan Doku li Dêrsîmê winda bû û heta îro derbarê wê de tu agahî nîne. Di vê pêvajoyê de bi israr îdia kirin ku Gulîstan xwekuştiye. Demek dirêj li Gola Bendava Uzunçayirê lêgerîn hat kirin. Tevî hemû serlêdanên malbatê bersivek nehat dayîn. Gumanbarê sereke Zaynal Abarakov û malbata wî jî bi aşkera hatin parastin. Her wiha derbarê xwişka Gulîstanê, Aygul Doku û parêzêrê malbatê Alî Çîmen de doz hat vekirin û cezayê pere hat birîn.
 
‘Xwestin pêşiya lêpirsinê bigirin’
 
Parêzerê malbatê Alî Çîmen derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: "Di roja 7’ê çilê ya 2020’an de li ser giliya malbatê lêpirsin hat destpêkirin. Di destpêkê de ji malbatê re gotin Gulîstan xwe li ser pire ve avêtiye. Ji ber vê yekê demek dirêj di nav bendavê de lêgerîn hat kirin. Em vê bûyerê wek lîstoka bendavê bi nav dikin. Wekî hûn jî dizanin xebatên lêgerînê ya di nav avê de ji 200 rojî dom kir. 3 caran li bendavê lêgerîn hat kirin. Bi vî awayî xwestin pêşiya pirsîna aqûbeta Gulîstanê bigirin.”
 
‘Lêpirsin bi awayekî xwekujiyê hat dîtin’
 
Alî diyar kir ku lêpirsina Gulîstanê wek bûyereke xwekujiyê tê binavkirin û wiha axivî: “Di girtinameyê de dozger bûyer wekî xwekuştinê nirxandiye. Ji ber vê yekê lêpirsin bi awayekî xwekujiyê hat dîtin û lêpirsineke berfireh nehate kirin. Em çawa mudaxilî lêpirsinê bûn, me li hemberî girtinameyê nerazîbûnên xwe nîşan da.”
 
Alî destnîşan kir ku lêpirsina Gulîstan Doku ji destpêkê de heta niha hatiye îhmal kirin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ev lêpirsin bi saya hewldana malbat û têkoşîna sazî û dezgehên jinan ve hat birêve birin. Lê bi teqez em nikarin bêjin lêpirsin bi awayekî bingejîn hatiye kirin. Îhmala yekemîn parastina gumanbarê sereke bû. Tevî van yekan materyalên wî yên wekî telefon û kompitûr nehatin lêkolînkirin. Bi vî awayî lêpirsineke îhmalkirî berdewam kir.”
 
'Derbarê têkoşeran de doz hat vekirin'
 
Alî anî ziman ku rayedar ji bo ronî kirina bûyerê daxwazan bê bersîv hişt û got: “Hem daxwazên me û hewldanên me bê bersîv hatin hiştin, hem jî kesên ku xwestin bûyerê ronî bikin derheqê wan de doz hatin vekirin. Her wiha li gelek kesan ji ber hewldan û têkoşîna wan gef li wan hat xwarin û xwestin bên çewisandin. Li gel van hemû yekan di dosyaya Gulîstan de têra xwe piştrast hene û bi şiklekê divê bê çareser kirin.”