'Divê guh bidin grevên birçîbûnê'

  • 09:05 29 Gulan 2021
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR - Xizma Mahmut Ulusa yê girtî, Hamayîl Guven der barê grevên birçîbûnê de axivî û da zanîn ku divê guh bidin daxwaza girtiyan û demildest hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bên destpêkirin.
 
Grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger ku ji aliyê girtiyan ve bi armanca ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û binpêkirina mafên li girtîgehan bi dawî bibe, hat destpêkirin, didome. Girtiyên bi navê Mahmut Ulusa 27 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Kandirayê ye. Xwişka Mahmut Ulusa, Hamayîl Guven da zanîn ku birayê wê jî bi heman daxwazê ketiye greva birçîbûnê û bang li wezareta dadê kir ku daxwazên girtiyan bînin cih. Hamayîlê wiha got: “Têkoşîna kurdan mafdar e. Ji her kesî re dibêjin terorîst. Yên ketine grevê mafên xwe dixwazin. Dibêjin bila zextên li girtîgehan bi dawî bibin. Leyla Guven nemabû bimre. Çima hevdîtinan nakin. Bihêlin bila li qadan biaxivin. Çima naxwazin biaxvin?”
 
Ji xizmên girtiyan re zehmetiyê derdixin
 
Hamayîlê di berdewamiyê de wiha vegot: “Em dema diçin hevdîtinê em rastî gelek zehmetiyan tên. Em li wir rastî heqeretan tên. Saetên hevdîtinê pir kurt in. Di çûyîn û hatinan de deqeyên me derbas dibin. Em nikarin li girtîgehê pere razînin, dibêjin biçin postexaneyê. Em hinek pere dişînin dibêjin hûn çima dişînin? Dê û bavê me mir. Bêguman ez ê bişînim. Em heta dişînin bêzar dibin. Wêneyên me dikşînin, şopa tiliyan û çavan digirin. Dema hevdîtin diqede me hema derdixin.”
 
'Zext zêde dibin'
 
Hamayîlê destnîşan kir ku girtî bi salan in di nav çar dîwaran de tenê ezmanan dibînin, nikarin alavên xwe, cil û pirtûkên xwe bigirin û wiha pê de çû: “Gelo ev edalet e? Ev du sal in em nikarin biçin hevdîtinê. Zext zêde dibin. Jiyan her diçe zehmetir dibe.”
 
Kurd nasnameya xwe dixwazin
 
Hamayîlê ev tişt anî ziman: “Girtî ji ber mafên xwe dixwazin, tên girtin. Jixwe kî li mafê xwe bigere jî li gor wan terorîst e. Ez ne terorîst im lê ew terorîst in. Ew zilmê li gel dikin. Li zarokan û li jinan dikin. Em dixwazin gelê me azad be.  Nasnameya Kurdan qebûl nakin. Em ji warê me kirin. Dixwazin em bibin tirk. Em kurd mafên xwe dixwazin, nasnameya xwe dixwazin.”
 
Çima destûrê nadin?
 
Hamayîlê bal kişand ser grevên birçîbûnê ya sala 2019’an û got birayê wê demê tevlî çalakiya grevê bûye û wiha dawî lê anî: “Ew jî rêberê kurdan e. Em dixwazin em azad bin nasnameya me hebe. Lê nadin. Her kesî terorîst dibînin. Girtî di grevê de ne, ji bo mafên xwe di grevê de ne.  Bila zext bi dawî bibin. Kêm mabû Leyla Guven bimire.  Gelo ev edalet e? Bihêlin bila  li qadan biaxivin. Em nasnameya xwe dixwazin. Em naxwazin kes bimire.”