‘Hêviya me ev e ku dadgeh helwestek bêalî nîşan bide’

  • 09:03 29 Gulan 2021
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
SÊRT- Çawîşê pispor Musa Orhan ku tecawizê Îpek Er kiribû, piştre bibû sedema ku Îpek întîxar bike. Parêzer Seher Ozalp doza ku Musa Orhan jê tê darizandin nirxand û wiha got: “Daxwaza me ew e ku heyeta dadgehê helwesteke bêalî nîşan bide.”
 
Li Sêrtê çawîşê pispor Musa Orhan tecwizî Îpek Er kiribû û piştî vê Îpekê întîxar kiribû. Der barê gumanbar Musa Orhan de ji sûcê ‘êrîşa zayendî’ doz hat vekirin û sêyemîn runiştina dozê wê di 1’ê Hezîranê de li Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bê dîtin. Rojnameger, rêxistinên jinan, siyasetmedar û parêzer tevlî runiştina yekem bibûn lê di runiştina duyem de tenê parêzer girtin hundir. Ne rojnameger û ne jî rêxistinên jinan nêzî edliyeyê nekiribûn.
 
Parêzerên gumanbar nûçe derewandin
 
Di runiştina yekem de parêzerên gumanbar îdia kirin ku tiştên hatine jiyîn têkiliya dildariyê ye û ajans nûçeyên derew çêdikin. Parêzerên gumanbar her wiha ji ber parvekirinên li ser çapemeniya civakî jî nerazîbûna xwe anîn ziman û îdia kiribûn ku Îpek Er di encama zextên malbat û herêmê de întîxar kiriye. Di dema parastina parêzerên gumanbar de dayika Îpek Er ji ser hişê xwe çû û bav Fuat Er  jî wiha gotibû: “Heqaretê li malbata me dikin. Dev davêjin dê, bav û tevahiya malbata meheta eşîra me.”
 
Dadgeh daxwaza girtinê red dike
 
Her wiha gumanbar Musa Orhan di runiştinê de cih nagire û ji Enqereyê bi SEGBÎS’ê tevlî runiştinê dibe. Tevî daxwaz û zextên parêzerên Îpek Er û rayagiştî, dadgeh bi hinceta komkirina delîlan girtina gumanbar red dike.
Parêzer Seher Ozalp ya ku wê di 1’ê Hezîranê de runiştinê bişopîne, der barê runiştinê de nirxandinek kurt kir.
 
‘Divê çapemenî û rêxistinên jinan dozê bişopînin’
 
Seherê destnîşan kir ku dosya Îpek Er di rayagiştî de înfîal afirandiye, ji bo darizandineke adîlane, bi armanca ku esasên kêm bên payîn, doz tê taloqkirin. Seherê her wiha got ew wek parêzer dixwazin ku demildest delîl bên temamkirin û darizandin bi encam bibe û wiha pê de çû: “Di runiştina yekem de her kes ket edliyeyê. Lê ji ber pandemiyê  parêzer jî di nav de bi sînor kes girtin salonê. Di runiştina din de em dixwazin ku her kes bi awayekî azad tevlî dozê bibe.”
 
‘Rapor û vegotinên şahidan hatin redkirin’
 
Seherê di berdewamiyê de wiha daxuyand: “Di dosyayê de gelek esasên kêm hene. Ji bo nivîsandin, vegotinên şahidan, bên temamkirin runiştin hat taloqkirin. Lê dadgehê, rapor û vegotinên şahidan red kir. Ji ber vê jî  ji bo rastiyên şênber derkevin holê pêşî lê hatiye girtin. Hêviya me ev e ku dadgeh helwestek bê alî nîşan bide. Ji bo rastî derkeve holê parlamener û parêzvanên mafê jinan wê dest ji têkoşînê bernedin.”
 
‘Berê xwe didin malbatê’
,
Seherê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser doza ku bi malbatê re tê girêdayîn û destnîşan kir ku beyî ku tu delîlek şênber hebe, berê xwe didin malbatê û got ev ne tiştekî etîke û wiha dawî lê anî: “Parêzerên gumanbar ji bo wekîlê xwe bê sûc nîşan bidin, serî li riya ku jiyana taybet ya malbatê bikin mijar didin û ev bi tu awayî nayê qebûlkirin.”