ROJEVA 29'Ê GULANA 2021'Ê

  • 09:00 29 Gulan 2021
  • Rojev
 
*Meryem Fîdan a ku 27 salin ji ber qedexeyên dewletê nikare biçe gunde xwe yê naçeya Cizîrê got: “Ez bi hesreta ku rojekê me ku vegerim ser axa xwe û li wir bijîm.” DÎMEN HEYE
 
*Çawîşê pispor Musa Orhan ku tecawizê Îpek Er kiribû, piştre bibû sedema ku Îpek întîxar bike. Parêzer Seher Ozalp doza ku Musa Orhan jê tê darizandin nirxand û wiha got: “Daxwaza me ew e ku heyeta dadgehê helwesteke bêalî nîşan bide.” DÎMEN HEYE
 
*Çîroknûs û Masmosteya Wêjeya Kurdî Lema Mihemed Elî li ser mijarên girîngiya ziman û wêjeya kurdî, têkiliya di navbera ziman û wêjeyê de, qedexekirina zimanê kurdî, rol û mîsyona jinên nivîskar, helbestkar, rewşenbîran a li ser pêşketina ziman û wêjeya kurdî nirxandin kir. Lemayê di nava nirxandinên xwe de bal kişand ser rola jinê ya di qada wêjeyê de û wiha got:"Di pêşketina ziman, wêje û hunerê de jina kurd pêşengî kiriye." DÎMEN HEYE
 
*Xizma Mahmut Ulusa yê girtî, Hamayîl Guven der barê grevên birçîbûnê de axivî û da zanîn ku divê guh bidin daxwaza girtiyan û demildest hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bên destpêkirin.
 DÎMEN HEYE
 
*Gulîstan Doku di 5’ê çilê de li Dêrsîmê hat windabû, heta îro jî derbarê wê de tu agahî nîne. Parêzêrê malbatê Alî Çîçek destnîşan kir ku dosyaya Gulîstan Doku di nav xwe de têra xwe piştrast dihewîne û got: "Hem daxwazên me û hewldanên me bê bersîv hate hiştin hem jî kesên ku xwestin bûyerê ronî bikin derheqê wan de doz hatin vekirin." 
 
*Jinên li Kuçeya Şexanê li dijî kana mermerê serî hildidin dan zanîn ku bi hilweşandina axurên wan ajalên wan ên tekane çavkaniya debara wan e li derve mane. Ji jinên serî hildide Sedef Yucel bi lêv kir ew ducanî ye û tevî vêya jî tundî lê hatiye kirin. Her wiha Sedefê got gefa binçavkirinê li keça wê tê xwarin. DÎMEN HEYE