Li Geverê belavokên Peymana Stenbolê hatin belavkirin

  • 16:35 28 Gulan 2021
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Geverê li kuçeyan belavokên madeyên Peymana Stenbolê tê de hatine nivîsandin û rûpoşên li ser nivîsa 'Peymana Stenbolê dide jiyîn' hatibû lêkirin belav kirin. 
 
Bi îmzeya Serokkomarê AKP'yî Tayyip Erdogan di 20'ê Adarê de Peymana Stenbolê hat feskirin. Her wiha dîroka rakirina bi temamî wekî 1'ê Tîrmehê hat eşkerekirin. Çalakiyên li dijî vê biryarê didomin. Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Geverê li dijî feshkirina Peymana Stenbolê li Goristanê û Kuçeya Ormanê hatin gel hevdu. Li kuçeyan belavokên madeyên Peymana Stenbolê tê de hatine nivîsandin ên bi kurdî û tirkî û rûpoşên li ser nivîsa 'Peymana Stenbolê dide jiyîn' hatibû lêkirin belav kirin. 
 
Jinên HDP'yî ji bo jinên li kolanan naveroka Peymana Stenbolê rave kirin û bal kişandin ser mijara Peymana Stenbolê dide jiyîn û divê jin li dijî tundiya mêr xwe pêş bixin û bibin xwediyê hişmendiyekê. 
 
Çalakiya jinê HDP'yî bi belavkirina rûpoş, belavokan bi dawî bû.