Gef li aktivîsta TJA'yê hat xwarin

  • 15:40 28 Gulan 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Gef ji aliyê kesê got 'ez endamê îstîxbaratê me' li aktivîsta TJA'yê Eylem Saruca hat xwarin 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî zêdebûna ferzkirinên sixûrtiyê û zextên li ser endamên xwe, li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da. Endamên TJA’yê û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Elîf Bûlût jî beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de aktîvîsta TJA’yê Eylem Sarûca axivî û diyar kir ku beriya demekê ji bo îmzeyê çûye qereqolê û dema ku ji qereqolê derketiye, kesekî ku xwe weke “endamê îstixbaratê” daye nasîn gef lê xwariye. Eylem, da zanîn ku heman kesî jê re gotiye ku heke axaftinê qebûl bike dê dosya wê bi erênî encam bibe. 
 
Di berdewamê de Eylem, bi lêv kir ku ji kesê ku xwe weke endamê îstixbaratê daye nasîn dûr ketiye û wiha got: “Piştre telefona min lê da. Kesê di telefonê de got ku kesê nêzî min bûye wî şandiye cem min. Got, ‘wê ji bo başbûna dosyayên te biaxive, heke tu neaxivî di ser hin wêneyan de li ser medyaya sanal dê xesarê bide rêxistinbûna min’. Dema ku min got ev destdirêjî  ye got, ‘hişyarî ye’.”
 
'Em ê polîtîkayên tepisandinê yên li ser jinan teşhîr bikin'
  
Piştî Eylem Sarûca Hevseroka HDP’ê Elîf Bûlût axivî û ev tişt anîn ziman: “Em tim bi van gef û ferzkirinên sixûrtiyê re rû bi rû dimînin. Ev rewş berdewam operasyona qirkirinê ye. Ji ber ku nikarin berxwedêriya rêxistinbûna jinê têk bibin, serî li rêbazên wiha didin. Teşhîrkirin, rêbirî, acizkirinê diceribînin. Em bixwe bi van karên tarî yên desthilatê re rû bi rû diminînîn, dibînin û dizanin. Ev daxuyaniyên me dibin sedem ku bi milyonan kes vê taritiya desthilatê bibînin. Em ê bi israr polîtîkayên zext û tepisandinê yên li ser jinan teşhîr bikin.”