BMG piştgirî da çalakiya malbata Şenyaşar

  • 15:39 28 Gulan 2021
  • Rojane
 
ENQERE - BMG’ê, bal kişand ser têkoşîna malbata Şenyaşar a ligel hemû astengiyan jî di roja 81’an li ber edliyê dewam dike û da zanîn ku ew bi têkoşîna mafdar a malbata Şenyaşar re ne. 
 
Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG), derbarê malbata Şenyaşar a 81 roj in li ber Edliya Rihayê nobeta “Edaletê” dewam dike de, civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqerê pêk hat. Di civîne de pankarta “Bersûc diyarin em edaletê dixwazin #Jimalbataşenyaşarreedalet” hat vekirin.
 
Endama BMG’ê Dîlan Mollaahmetoglû, di civînê de axivî û wiha got: “Desthilatdariyê, bi deh hezaran mirovên têkoşîna demokrasî, edalet, aştî û azadiyê bi rêve birin, bi destê daraza siyasî girtin û hewl dide siyaseta demokratîk têk bibe.”
 
Dîlan, diyar kir ku desthilatdariyê di dema hilbijartinê de, tifak bi hemû torên sûc ên herêmî re danî û hewl da bi vî awayî zextan li civakê bike. Dîlan, bal kişand ser êrişa li dijî malbata Şanyaşar û wiha got: “Rûyê rast ê AKP’ê di hilbijartina 24’ê hezîranê de, derket. Parazvan û xizmên wekîlê AKP’ê sê ferdên malbata Şenyaşar qetil kirin. Ligel vê yekê ferdên malbata Şenyaşar gelek caran hatin binçavkirin. Malbat li dijî bêmafî û bêhiqiya li wan hatiye kirin, çalakiya xwe ya edaletê dewam dike. Gelek partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên pişeyî û hêzên demokrasiyê bi armanca piştevaniyê malbat ziyaret kirin. Ji Kurdistanê heya Behra Reş têkoşîna edaletê dewam dike. Daraza AKP’ê bersûcan diparêze. Em weke BMG’ê em Celal, Adil û Hacî Esvet Şenyaşar bi bîr tînin û em dibêjin ku em bi têkoşîna mafdar a Malbata Şenyaşar re ne.” 
 
Hevseroka HDP’ê ya Enqerê Pakîze Sînemîllîgolû û Hevserokê Şaxa Komeleyên Elewî ya Demokratîk (DAD) yê Enqerê, axaftin kirin û wiha gotin: “Edale ji hemû kesan lazime. Di dawiya dawî de em ê edaletê pêk bînin. Em ê hesap ji desthilatdariyê bixwazin.”