Hevseroka MEBYA - DER'ê û 5 kesên pê re hatin girtin
- 15:38 28 Gulan 2021
- Rojane
WAN - Hevseroka MEBYA -DER'ê Gulîstan Onver û 5 kesên pê re hatin girtin.
16 kesên ku di çarçoveya operasyona di 19'ê mehê de li hemberi Komeleya Pıştevanî û Çandê ya Piştevaniya ji bo Malbatên ku Xızmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA -DER) de hatin binçavkirin îro derxistin Edliyeya Wanê.
Ji kesên ku hatin binçavkirin 14 jê bêyî ku li dozgeriyê îfadeya wan bê girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî sewkî Dadgeha Sul Cezayê hatin kirin.
6 kes hatin girtin
Hevseroka MEBYA -DER'ê Gulistan Unver ku lêpirsîna wê qediya, rêveberên komeleyê Azîze Oner, Ceyda Dîndar, Şevket Kaplan, Cîhat Aksu û Seracettîn Beyhar hatin girkin.
Li dadgeha Sulh cezayê, Mahmut Dîndar, Cevdet Bîlekçî, Îsa Demîragaç, Sureyya Azba, Nuhî Alici, Savaş Encu, Halîl Karakoç, Kamuran Çîftçî, Nebî Kaçak, Halîme Suslu û Muhsîn de mîr jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.