Meclîsa Jinan Malbata Şenyaşar ziyaret kir

  • 15:14 28 Gulan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Meclîsa Jinan a Platforma Ked û Demokrasiyê, Malbata Şenyaşar ziyaret kirin û gotin: "Em êşa dayika Emîne hîs dikin, em li rex wê ne.”
 
Çalakiya nobeta “edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê, di roja 81’emîn de dewam dike. Meclîsa Jinan a Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê îro seredana malbatê kir. Emîne Şenyaşar, ji jinên ku ji bo piştevaniyê hatin seredana wê re pêvajoya serpêhatiya xwe vegot.
 
Hevseroka Şaxa Egîtîm Sena Amedê ya 2'yan Zûhal Sezen êrişên li malbatê hatin kirin û asta darazî bi bîr xist û wiha got: “Em li cihê ku gotin lê nemaye ne. 3 sal in edaletê hêj cihê xwe nedîtiye. Em qelsbûna hiqûqê dibînin. Hiqûq tenê ji bo kesên bi hêz dixebite? Çima welatî ji hiqûqê sûdê nagirin. Em weke dayik û jin êşa dayika emîne hîs dikin. Ji xwe ji bo ku em weke kurd mûameleya çîna duyemîn nebinin têdikoşin. Lê divê jin du qat têbikoşin. Em weke jinên kurd divê xurttir têbikoşin û têdikoşin jî. Heta ku edalet cihê xwe bibîne em ê li rex malbatê bisekinin.”
 
Ferît Şenyaşar jî anî ziman ku seredanên tên kirin bi hêja ne û got: “Em ê bi dayika min re berdewam bikin ku li vir bin. Em ê têkoşîna xwe ya edaletê jî bi piştevaniyê bimeşînin.”