Bêyî ku îfadeyên MEBYA -DER'yan bigirin ji bo girtinê sewk kirin

  • 10:06 28 Gulan 2021
  • Rojane
WAN - Ji kesên ku di çarçoveya operasyona li hember MEBYA -DER'ê pêk hat de hatin binçavkırın Hevseroka komeleyê Gulistan Onver jî di nav de 14 kes bêyî ku li serdozgeriyê îfadeyên wan bên girtin ji bo girtinê sewk kirin, 2 kes jî bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewkî Dadgeiya Sulh Cezayê hatin kirin. 
 
Îfadegirtina 16 kesên ku di çarçoveya operasyona di 19'ê mehê de li heberi Komeleya Pıştevanî û Çandê ya Piştevaniya ji bo Malbatên ku Xızmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA -DER) de hatin binçavkirin bi dawî bû.  
 
 Ji 16 kesên ku sewkî Edliyeya Wanê hatin kirin 14 jê bêyî ku îfadeyên wan bên girtin  bi daxwaza gitinê sewk kirin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî ku bên berdan sewkî Dadgeriya Sulh Cezayê hatin kirin. 
 
Dema îfadegirtina hevseroka komeleyê ku xeteriya felc bibe heye 10 saetan berdewam kir.
 
Hevseroka MEBYA -DER'ê Gulseren Onver ku xeteriya wê ya felc bibe heye, parêzerê wê diyar kir ku dema îfadegirtina wê 10 saetan berdewam kiriye.