Xalên 48 û 57’an ên peymanê çi dibêjın?

  • 09:13 28 Gulan 2021
  • Peymana Stenbolê
Sena Dolar
 
 
STENBOL - Femînîst parêzer Merîç Eyuboglu xala 48’emîn a Peymana Stenbolê ku navbeynkariyê qedexe dike, nirxand û wiha got: “Şîdeta mêr, ji pelçiqandina navbera newekhevan de pêk tê. Ger ku navbera kesên newekhev de di têkiliya wan de mekanîzma newekheviyê bikeve dewrê, wê newekheviya mexdûr kûrtir bibe. Peymana Stenbolê jî vê qedexe dike.”
 
Di 20’ê Adarê de bi biryara serokomar Tayyîp Erdogan re Peymana Stenbolê hat feshkirin û têkoşîna jinan didome. Jin diyar dikin ku Peymana Stenbolê ya me ye. Di rêzenîvîsa me ya xalên peymanê de îro jî em bal dikişînin ser xala  48 û 57’an:
 
Xala 48-Qedexekirina pêvajoyên alternatîf yên lihevkirina bi zor û dayîna hukm
 
1-Welatên alîgir di çarçoveya peymanê de der barê her cureyê şîdetê de, lihevkirin û navbeynkarî jî tê de,  ji bo qedexekirina pêvajoyên alternatîf ya lihevkirina ferz, wê tedbîrên pêwist bigire.
 
2-Welatên alîgir di rewşa ku talîmata dayîna cezayê pere bê dayîn de,  ji bo gumanbar berpirsyariya fînansî ya li hember mexdûr pêk bîne, divê tedbîrên qanûnî û yên din bigire.
 
Xala 57- Alîkariya hiqûqî
 
Welatên alîgir di bin şertên ku hiqûqa hundir de, ji bo mexdûran wê alîkariya  edlî ya bê pere û alîkariya hiqûqî pêk bîne. 
Femînîst parêzer Merîç Eyuboglu, xalên 48 û 57’an ji ajansa me re nirxand.
 
‘Peymanê navbeynkarî qedexe kir’
 
“Xala 48’an ya der barê navbeynkarî û lihevkirinê de gelek girîng e. Ji ber xala 48’an dibêje ku di gilîkirin, doz û dosyayên der barê şîdeta mêr de divê ev pêk neyê. Em dizanin ku gelek jin ji ber rastî şîdeta mêrên nêzî xwe tên giliyên xwe şûnde dikişînin. Sedema vekişîna gilî jî ev e ku ji şîdetê ditirsin , xwe bêçare hîs dikin û alternatîfên wan tune ye. Şîdeta mêr, ji ber têkiliya pelçiqandin-tê pelçiqandin ya navbera newekhevan de pêk tê. Ger ku navbera kesên newekhev de di têkiliya wan de mekanîzma newekheviyê bikeve dewrê, wê newekheviya mexdûr kûrtir bibe. Peymana Stenbolê jî vê qedexe dike. Pêkanîna li Tirkiyeyê wisa ye gelo? Na ne wisa ye? Jin rastî her cureyê şîdeta mêr tên. Ger ku der barê van de makenîzmayên lihevkirin û navbeynkariyê bê jî wê demê hûn şîdeta mêr ji derve dihêlin.
 Dibêje cezayên aborî bi bandor pêk bînin
. Peymana Stenbolê di xala 48’an de dibê ku ‘cezayê pere didî, lê beramberê vî pereyê ceza tune. Ji ber nayê dayîn. Weke ku tenê cezayek hatiye dayînê ye. Dema ev ceza tên dayîn divê bi rastî bê dayîn û ji bo vê cezayek  bê dayîn.’ Tiştek girîng dibeje. Mînak em nefeqeyê jî nîqaş dikin.  Der barê vê de daneyek baş tune lê Weqfa Piştevaniya Jinan li ser vê dosya lêkolîn kir. Derket holê ku  ji sedî 80’ê nefeqeyên divê bên dayîn, nayên dayîn.
 
‘Divê serlêdan bê pere bin’
 
Di çarçoveya qanûna hejmar 6284 û Peymana Stenbolê de mafê daxawzkirina parêzer û alîkariya bê pere heye.  Gelo wisa ye? Mînak  Hulya Halaçkay jî yek ji jinên ku xwedî li jiyana xwe derketiye. Ji ber rastî şîdetê tên, dixwaze doza destberdanê vedike û diçe Edliyeya Bakirkoyê. Lê ji vezneyê dibêjin divê 480 lîra bide. Lê Hulyayê  li ber edliyeyê daxwazname bi arzuhalcî daye nivîsin û 250 lîra daye weke din pereyê wê tune.  Hulya bi firaqşuştinê debara xwe dike.  Ew pere jî ji aliyê mêr ve tê desteserkirin. Ji ber vê divê di serlêdanan de her tişt bê pere be. Gelek mînakên berovajî vê hene. Di mijara tayînkirina parêzeran de jî piştî vê sererastkirinê hinek pêşketin çêbûn. Gelek baroyan di mijara tayînkirina parêzeran de mekanîzmayek ava kir.  Li her derê parêzer nedihat tayînkirin lê li bajarên mezin  pirsgirêk çareser bûbû. Niha navbera parêzerên jin de jî tê axaftin. Em vê pêvajoyê diaxivin.”