‘Yekitî dê li hemberî êrîşan bibe mertalek’

  • 09:11 28 Gulan 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Endama Meclîsa Partiya DBP’ê Zeyneb Uren bal kişand avakirina yekitiyê û got: "Pêwîste ku êdî em berjewendiyên neteweyî bidin pêş. Lewra divê em bibin yek. Yekitî dê li hemberî êrişan bibe mertalekî." 
 
Operasyonên dersînor ên Arteşa Tirk a li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê didomin. Ligel operasyonên ku pêk tê bang û xebatên yekitiyê jî didomin. Bi taybetî li herêmê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) xebatên yekitiyê tê meşandin. Derbarê mijarê de endama Meclîsa Partiya DBP'ê Zeyneb Uren ajansa me re axivî. 
 
Zeynep di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser parçebûna kurdan û diyar kir ku heta ku di mejû de yekitî çênebe ne mimkûn e ku di erdnigariyê de yekitiyek çêbe. Zeynep, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurd di destpêkê de xwe bi şêwaza eşîr û kabîleyê parastine. Lê li seranserê cîhanê her ku diçû di xwe parastinê de guhertin jî pêk hatin. Ango gelên cîhanê wek bi netewê an jî bi pergalekê xwe li hemberê hêzên cîhanê parastin. Ji ber vê yekê di serdema niha de ku em jê re dereng mane şêwaza xweparastina me ya li hemberê hêzên cîhanê ye. Sed car mixabin ku em li seranserê cîhanê parçe parçe mane.  Em dikarin bêjin ku her yekê ku xwestiye desthîlatdariya xwe li ser dinyayê ferz bike, sefera xwe li ser ednîgariya Kurdistanê, li ser çand û berhemên Kurdistanê aniye. Ji ber vê ewqas rastî êrîşan hatin û di encamê de parçe parçe bûn. Her çiqas erdnigariya kurdan parçe parçe be di mejiyê de jî parçebûnek hatiye çêkirin. Niha heke em di mejiyê de yekitiyek çênekin nikarin di erdnigariyê de jî çêkin. Yekitî hertim bi xwe re serkeftinê jî anî ye. Em di her hêlê ve xwedî hêz û nirxekê dewlemend in lê belê ji ber neyekitiya me tu wextê ew hêz û dewlemendî nekariye bibe encamekê serkeftî.”
 
‘Divê kurd xwe ji zîhniyeta parçebûnê rizgar bikin’
 
Zeynep, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên taybet ên li hemberî kurdan û got: "Li hemberî dagirkeriyê armanc dikin kurdên nûjen ava bikin.  Mabesta min ew e ku divê kurd xwe ji bandora şerên taybet rizgar bikin. Hebûna me yek e, zimanê me yek e lê kurda jorîn û jêrîn dane avakirin. Şêwaz û birdoziyeke ku hemû parçeyên kurdan bixe bin serdestiya xwe dispêrînin. Ango kurdên li ser kurdên yê ku li ber xwe didin jî birdoziyeke cuda tê kirin. Li gel van hemû yekan divê em bizanibin ku li ser kurdan çi dixwazin ferz bikin û divê li dijî vê em bizanibin ku çawa li ber xwe bidin. Bersîva van hemû tiştan jî yekitî ye. Yekitî jî di mejiyê de dest pê dike. Pêwîst e ku divê em berjewendiyên eşîrî û malbatî bidin aliyekî berjewendiyên neteweyî bidin pêşiya xwe.”
 
'Li hemberî destkeftiyên kurdan êrîş pêk tê'
 
Zeynep destnîşan kir ku divê Gelê Kurd dîroka xwe nedin dûbare kirin û wiha pêde çû: “Kurd ji dîrokê gelek encam derxistine. Dîrok her roj helwest û nêzîkatiya dagirkeran a li hemberê Gelê Kurd nîşanê me daye. Tê zanîn ku tirkan ji kurdan re çi kiriye, ereban çi kiriye û her wiha farîsan çi kiriye. Divê baş bê zanîn ku kurd êdî neyên heman lîstokan. Projeyên ku li ser kurdan çi ne divê bê zanîn û li gorî vê mekanîzmayên xweparastinê bên pêş xistin. Bingela êrîşan li ser deskeftiyên kurdan e. Dema em hatin binçavkirin pirsa wan a yekem 'Çima hûn dixwazin kurd bibin yek, çima hûn bangawaziya ji bo yekitiya kurdan dikin?' bû. Ji ber ku ew jî dizanin ku yekitiya kurdan ji bo wan telûkeyek mezin e. Lewra li dijî vê yekê êrîşên xwe zêdetir dikin. Îro li başûrê Kurdîstanê êrîşek mezin heye. Ev êrîş ne tenê li ser partiyekî, eşîr û heremekî ye. Li ser deskeftiyên kurdan e. Divê em peywirên dîrokî bikaribin bînin cih. Ji bo ku ala Kurdîstane bilind bibe ji dîrokê ve gelek berdel hatiye dayîn. Lê belê îro ala dagirkeriyê li ser erdnigariya me bilind dibe. Pêwîste ku Gelê Kurd vê tiştê qebûl neke.”
 
‘Di Kurdistanê de bûyer girêdayî hevdû ne’
 
Zeynep bal kişand li ser geşedanên ku li Herêma Federal a Kurdistanê diqewime û wiha nerînên xwe anî li ser ziman: “Nakokiyên PDK’ê heye û wê çêbibe jî. Lê belê divê destûr nede ku erdnigariya Kurdistanê wê bê dagirkirin. Niha li başûrê di hemû hêlê ve erdnigariya wê tê telankirin. Lê belê li hemberê vê jî helwestek nayê nîşandan. Me bawer nedikir ku ji aliyê herêma başûrê ve ewqas bêdengiyek çêbibe. Bendewariyek me hebû. Ji ber ku Gelê Kurd bi hezar sal in ewqas berdel daye, êş kişandiye pêwîst e ku ev dagirkeriya li ser axa başûr pêk tê qebûl neke. Heke îro erda başûrê bê dagir kirin, hemû erda Kurdîstanê tê dagirkirin. Di Kurdistanê de hemû bûyer û parçe girêdayî hevdû ne. Serkeftina kurdekî serkeftina hemû kurdan e. Qelsbûna kurdekî qelsbûna hemû kurdan e. Piştî paşzivirandina pêşmergeyan qetlîamek mezin li başûr hat kirin. Dema ku Saddam qetlîam kir negot ev kurd alîgirê min e, an jî ev ji vê partiye ye, ev pêşmerge ne. Rasterast kurdan qetîl kir. Lewra divê em di nav xwe de bibin yek. Divê Herêma Federal a Kurdîstanê baş bizanibe ku kesên ku niha piştgiriyê didin dê sibehê jî êrîş bikin."
 
‘Jin dê bibin pêşengên yekitiyê' 
 
Zeynep destnîşan kir ku di avakirina yekitiyê de roja jinan girîng e û wiha bi lêv kir: "Jina kurd di dîroka xwe de çawa ku ziman û çanda xwe parastiye di heman demê de jî gelekî êş kêşandiye jî. Em hêvî dikin ku jinên kurd dê ji bo yekitiyê pêşengtiyê bikin. anî: “Gava em erdnegariya Kurdistanê dinêrin kevir ser kevir nema ye. Îro mirov biçe kîjan bajarên kurdan xweza hatiye talankirin û tehrîpkirin. Li dijî her cureyên êriş û dagirkeriyê ez bang yekitiyê dikim. Yekîtî dê li hemberî êrîşan bibe mertalekî."