Jinên girtî yên piştigirî dan kampanyaya ziman: Ziman hebûna gel e

  • 09:05 28 Gulan 2021
  • Rojane
ENQERE - Girtiyên li girtîgehan jî piştgirî dan kampanyaya îmzeyê ya ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê hatibû destpêkirin. Jinên girtî yên li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê di nameya ji Yekîtiya Ewropayê (YE) nivîsandin de wiha gotin:"Ziman hebûna gelekî ye. Hûn jî wekî Yekîtiya Ewropayê êdî vê rastiyê ji nedîtive neyên. Em dixwazin zimanê me di qada navneteweyî de bê naskirin û bibe zimanê fermî."
 
Pêkanînên asîmîlasyonê yên li ser ziman her ku diçe vediguhere polîtikayeke mayinde. Zimanê kurdî yê di salên 90'î de wekî fermî dihat înkarkirin niha jî bi polîtîkayên cuda li hember tê sekinandin. Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de dest bi kampanyayê kir. 
 
Di heman demê de Tevgera Ziman a Kurd (HezKurd) ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê serî li UNESCO'yê da. UNESCO 'yê jî wiha bersiv dabû:"Em dewletan hişyar dikin, daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê rewa ye."Bi hezaran kes piştgiriyê didin vê kampanyaya îmzeyê. 
 
Jinên girtî yên li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê di çarçoveya kampanaya ziman de nameyek şandin ji Yekîtiya Ewropayê (YE).
 
Nameya jinên girtî ji YE'yê re şandin wiha ye:
 
"Sedema ku em ji we re dinivîsinîn, em dixwazin li ser bişaftina li ser zimanê kurdî bê sekinandin û zimanê me di qada navneteweyî de bibe zimanê fermî. 
 
Îro wek gelê kurd pirsgirêkek me ya herî mezin bişaftina li ser zimanê kurdî ye. Wekî hûn jî dizanin ziman; hest, fikir, sinc(exlaq), nasname û hebûna civakê ye. Îro wek mîrateya cîhanê berpirsiyariya hemû mirovahiyê ev. Ji ber ku ziman “ mîrateya çanda cîhanê” ye.  Lê mixabin em çiqas li zimanê xwe xwedî derkevin jî hişmendiya netew-dewlet jê re dibe asteng û dixwaze ziman tune bike.  Polîtîkaya herî mezin a li ser gelê kurd bişaftin û qirkirina çand û ziman e. Bi taybet di serdema kapitalist modernîteyê de bi destên netew-dewlet ev polîtîka bi şêwêyên herî dijwar tê domandin. 
 
Tê zanîn ku ji 40 mîlyonî zêdetir kurd heye. Ev 40 mîlyon kurd li çar parçeyê Kurdîstanê û dinyayê belav bûne. Îro hemû gelê kurd bi hev re najî. Di hebûna mirovahiyê de Kurdîstan ango Mezopotamya cihekî wê yê pir girîng heye. Teşegirtina mirovahiyê ewilî li Mezopotamyayê çêdibe. Ji ber dewlemendî û berhemdarbûyîna erdnîgariya Mezopotamyayê sedan gel li ser vê axê jiyane. Hemû çand, al, nasname û ziman li vir ava bûye. Û pêşketina mirovahîyê li vê axê dest pê kiriye. Nêzîkê panzdeh hezar sal in paşeroja gelê Kurd heye.  Ev gelê kevnar êdî nav sînorên dewletên Tirkiye, Sûrîye, Iraq û Îranê de dijî. Tê xwestin kurd hebûn û zimanê xwe înkar bike. Li ser me yê tê ferzkirin ev e.
 
Hişmendiya netew dewlet li ser yekperestiyê ye.  Yek dewlet, yek netew, yek ol, yek ziman û h.w.d. Lewra wek gelek ziman û nasnameyan a me jî nayê qebûlkirin. Îro welatên pêşketî wek Ewropa, Emerîka nîşaneya dewlemendiyên hewandina rengên cuda ne. Ango wek Babîla kevnar ku wek warê 72 miletan tê zanîn.
 
Tenê li tirkiyeyê ji bîst milyonî zêdetir kurd dijî. Li Tirkiyeyê hebûna kurdan her roj tê înkarkirin. Zext û zordariya dewleta tirk her ku diçe bêhtir zêde dibe. Di sedsala dawî de polîtîkaya yekane ya wekî fermî tê meşandin Plana Islahata Şerqê ye. Plana Islahata Şerqê ya di 1925'an de hat sepandin bi taybet di warê pişaftinê de ye. Madeya 14 û 17 tundiya li ser ziman derdixe pêş. Di naverokê de axaftina kurdî bi tevahî hatiye qedexekirin û yê ku kurdî axiviye jî bi awayekî dijmirovahî hatiye cezakirin.
Ev plan ji wê demê heta dema ku em tê de ne jî pêk tê. Di meha Sibatê ya sala 2008’an de serokwezîrê Tirkiyeyê li Elmanyayê digot 'Ji bo Entegrasyonê erê ji bo bişaftinê na'. Li Berlînê jî got: 'Bişaftin sucê mirovahiyê ye'. Heman serokwezîr ku li welatê Ewropayê mafê zimanê tirkî diparêze, li welatê xwe zimanê gelê kurd ji bişaftinê re derbas dike. Bi vî awayî gelek pêkanînên qirker û zextan mirov dikare bike rêzê. Lewma yê ku di ziman de li berxwe dide heqîqeta gelekî û hemû gelan e.
 
Mafê perwerdeya zimanê zikmakî di hiqûqên navneteweyî de jî cihê xwe digire. Ev maf jî li vî welatî eşkere û veşartî tê astengkirin. Gelê kurd ji bo zimanê xwe bide jiyandin xwedî berxwedanek bi rûmet e. Wek NY'ê hûn jî divê êdî vê heqîqetê jinedîtî ve neyên. Çi di hêla wijdanî de, çi di hêla zanistî û civakî de ev deynê stûyê we ye jî.
 
Em dixwazin zimanê me di qada navneteweyî de ango bi awayekî zagonî bibe fermî. "