ROJEVA 28'Ê GULANA 2021'Ê

  • 09:00 28 Gulan 2021
  • Rojev
*Jin bi keda destên xwe hem xwezayê geş dike, hem jî barê qeyrana aborî bi xwe radike. Zeynep, Gulsum û Edla Kartal ên bi keda destên xwe li dijî qeyranê têdikoşin wiha dibêjin:"Em jin dikarin li hemberî hemû zehmetiyan têbikoşin." DÎMEN HEYE
 
*"Heta ku têkoşîna azadiya jinê pêş nekeve, rizgariya gelên bindest ne pêkane. Ji şoreşeke bê kirin, di vê di serî de ev bibe şoreşa jinê. Hele ku li dijî desthilatdariyên faşîst- paşverû, şoreşek mijara gotinê be…" JI JINEOLOJÎ
 
*Girtiyên li girtîgehan jî piştgirî dan kampanyaya îmzeyê ya ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê hatibû destpêkirin. Jinên girtî yên li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê di nameya ji Yekîtiya Ewropayê (YE) nivîsandin de wiha gotin:"Ziman hebûna gelekî ye. Hûn jî wekî Yekîtiya Ewropayê êdî vê rastiyê ji nedîtive neyên. Em dixwazin zimanê me di qada navneteweyî de bê naskirin û bibe zimanê fermî."
 
* Endama Meclîsa Partiya DBP’ê Zeyneb Uren bal kişand avakirina yekitiyê û got: "Pêwîste ku êdî em berjewendiyên neteweyî bidin pêş. Lewra divê em bibin yek. Yekitî dê li hemberî êrişan bibe mertalekî." BI DÎMEN 
 
*Femînîst parêzer Merîç Eyuboglu xala 48’emîn a Peymana Stenbolê ku navbeynkariyê qedexe dike, nirxand û wiha got: “Şîdeta mêr, ji pelçiqandina navbera newekhevan de pêk tê. Ger ku navbera kesên newekhev de di têkiliya wan de mekanîzma newekheviyê bikeve dewrê, wê newekheviya mexdûr kûrtir bibe. Peymana Stenbolê jî vê qedexe dike.”
  BI DÎMEN