Hat îdakirin ku li Girtîgeha Êlihê jinekê întîhar kiriye

  • 11:35 27 Gulan 2021
  • Rojane
ÊLIH - Hat îdakirin ku li girtîgeha Tîpa M ya Êlihê Salîma Tîmurtaş întîhar kiriye. 
 
Salîma Tîmurtaş (45) a ku di 15'ê Gulanê de li Sêrtê hat binçavkirin şandibûn girtîgeha Tîpa M ya Êlihê.  Salîma a ku di çarçoveya tedbîrên vîrusa koronayê (Covît -19) de kirin karantînayê li di odeya ji boDu yek kesî de dihat girtin. 
 
Duh di saetên êvarê de rêveberiya girtîgehê li malbatê geriya û ragihandin ku Salîmayê întîhar kiriye. Salîma ya ku rakirine nexweşxaneya Perwerde û lêkolînê ya Êlihê rewşa wê krîtîk e.
 
Salîma ya ku li nexweşxanê di beşa nexweşên giran de tê dermankirin, destûrê nadin ku malbat wê bibîne.