Li Mexmûrê koma 82'yan greva birçîbûnê dewir girt

  • 11:31 27 Gulan 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" hatiye destpêkirin, bi biryardariyek mezin berdewam dike. Koma 82'yan îro çalakiya greva birçîbûnê dewr girt û çalakî 161 roj in didome.   
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Çalakiya ku 161 roj in didome îro koma 82'yan dewr girt.
 
Merasîma dewirgirtinê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Ji beriya ku merasîma dewirgirtinê Qasim Engîn hat bibiranîn. Li ser navê koma 81'an Helen Babat axivî û got: "Em bi rihê ciwantî Şehîd Qasim Engîn bi bîrtînin û em bejna xwe li ber şehidan ditewînin. Qasim Engîn di tekoşîna şoreşê da berxwedanek gelek mezin da. Bi dil nizimî û rihê azadîxwaz ji bo me bûye mînaka herî mezin e. Em carekî din şehîdên meha Gulanê bi bîr tînin bejna xwe li hember hemû şehîdan ditewînin."
 
Helen, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser armana çalakiyê û wiha axivî: "Armanca çalekiya me rizgarkirina fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd e. Wek gelê Wargeha Şehit Rustem Cûdî çalakiyên me wê li hemberî zilm û neheqiyan bidome. Dê serkeftin bile ya Gelê Kurd.”
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" û "Şehît namirin" bi dawî bû.