Ji TUHAY-DER û DBP’ê bang: Dawî li tecrîdê bînin

  • 09:07 27 Gulan 2021
  • Rojane
WAN - Hevserokên TUHAY-DER û DBP’ê balkişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe dane destpêkirin û gotin divê demildest tecrîd rabe û hevdîtin pê bên. 
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sale li girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê girtiye her diçe girantir dibe. Girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca tecrîd û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bidawî bibin di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin Çalakî û di roja 182’yan de didome.
 
Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER) Kudret Temel û hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê Gulderen Varli derbarê çalakiyên grevê de ji ajansa me re axivîn. 
 
'Girtiyên nexweş nayên dermankirin'
 
Kudret Temel daxuyakirin ku demên dawî de operasyon zêde dibin û di çarçoveya van operasyonan de bi dehan kes tên binçavkirin û her wiha li girtîgehên Panos, Tîpa T, F û Ewlehiya Bilind ya Wanê binpêkirinên mafan her diçe giran dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojname û pirtûk dema xwe de naye dayîn. Hevdîtinên telefonê yên bi malbatan re bi kêfî tên girtin. Girtiyên îtîrazê binpêkirina dikin jî rastî cezayên hucre û surgunan tên. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Yên ji bo nexweşxanê serlêdanê dikin jî carna heta mehekê tê sekinandin.”
 
‘Her tişt du car biha tê firotin’
 
Kudretê balkişand ser pêvajoya pandemiyê û bi vê pêvajoyê re pirsgirekên dertên holê û wiha daxuyand: “Ji ber pandemiyê  hewcedariyên sereke pir caran nayên peydakirin. Li aliyê din jî ji ber krîza borî malbat carnan nikarin biçin serdana girtiyên xwe. Gelek malbat ev du sal zêdeye nikarin biçin serdana girtiyên xwe yên li bajarên dingirtîne. Li kantînan her tişt du car biha tê firotin. Tu wijdan vê dijhiqûqiyê qebûl nake.”
 
‘Bila demildest dawî li tecrîdê bînin’
 
Kudretê her wiha bi lêv kir ku divê tecrîda li Îmraliyê demildest bê rakirin û wiha dirêjî dayê: “Sedema binpêkirinan tecrîda li Îmraliyê ye. Gelek caran girtiyan li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji bo vê girtî ji jiyana xwe bûn. Em carek din axwazin ku ev grev veguherin ya bêdem û bêdorveger. Em bang li wezareta dadê dikin; Mafê girtiyan çiye bidinê. Guh bidin daxwazên girtiyan. Divê demildest tecrîd bidawî be.”
 
‘Muxatab birêz Ocalane’
 
Gulderen Varli jî balkişand ser tecrîdê û destnîşan kir ku tecrîd li her alî civakê belav bûye û wiha bi lêv kir: “Demên dawî de li ser îdiayên Sedat Peker yên derbarê wezareta karê hundir de tê sekinandin.Tişta ku divê bê kirin zelale. Dozger divê li dijî van îdiayan lêpirsînê bide destpêkirin û tiştên hewce bike. Li vî welatî xizanî , binpêkirin û nelêrî ev 40 sal in bi krîzek mezin tê bi rêvebirin. Em care din jî dibêjin û me bi dehan carî jî gotibû. Ji bo welat aram bibe, pisgirêk çareser bibin divê pisgirêka kurd bê çareserkirin. Muxatabê pirsgirêka kurd Birêz Ocalane. Divê demildest tecrîd rabe. An jî wê krîz hîn bêtir giran be.” Gulderenê di dawiya axaftina xwe de bang li rayedaran kir û daxuyakirin ku divê li dijî grevên birçîbûnê bi hestiyar bin.