Jin di çalakiya nobetê de ne: Em şûnde gavê navêjin

  • 09:05 27 Gulan 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Ji Koma Kampanya Îzmîrê ya Em Dest ji Peymana Stenbolê Bernadin Esem Duman, bal kişand ser girîngiya çalakiya nobeta ji bo Peymana Stenbolê dane destpêkirin û wiha got: “Ew şûnde gavê navêjin, em jî şûnde gavê navêjin. Ev rêbaz têr nekin em ê rêbazên din biceribînin. Em şûnde gavê navêjin, bêdeng namînin û qebûl nakin.”
 
Peymana Stenbolê di şeva 20’ê Adarê de bi biryarnameya serokomariyê hat feshkirin. Bi biryara feshkirinê re wê di 1’ê Tîrmehêde bi giştî ji Peymanê bê derketin. Jin ev du mehe li dijî biryara feshkirinê bi armanca balê bikişînin ser girîngiya peymanê li qadan çalakiyên xwe didomînin. Yek ji van çalakiyan jî ji aliyê Koma Kampanya Îzmîrê ya Em Dest ji Peymana Stenbolê Bernadin  ve hat destpêkirin e.
 
‘Qadeke em deng lê bilind bikin hat avakirin’
 
Esem Duman a di koma kampanyayê de cih digire wiha bal kişand ser girîngiya peymanê: “Li dijî biryara feshkirinê, wek bertek, komelek berfireh a ku gelek rêxistinên siyasî û jinan têde ye, hat avakirin. Di 5’ê Tebaxa 2020’an de li Alsancakê civîna yekem pek hat. Peymana Stenbolê çi ye? Çima Girînge? Çima tê xwestin bê rakirin? Der barê vê de qadeke ku jin û LGBTÎ dengên xwe lê bilind bikin hat afirandin. Piştre bi rêya çapemeniya civakî, meş û daxuyaniyan me dengê xwe bilind kir.”
 
‘Yên gumanbaran diparêzin jî sûcdarin’
 
Esemê her wiha girîngiya çalakiya ku niha pêk tînin jî nirxand û got bi vê dixwazin peyama ‘em di nobetê de ne, em peymanê diparêzin, em dixwazin jiyana xwe biparêzin’ bidin û wiha berdewam kir: “Di heman demê de gelek armancên me yên cuda hene. Armanca sereke ev e; Em dest ji peymanê bernadin, em dixwazin peymanê di rojeva xwe de bihelin û nîşan bidin ku jin û LGBTÎ di vê mijarê de gelek cidî ne. Ji ber vê em li Konak û Karşiyakayê nobetê digirin û çîroka jinên hatine qetilkirin vedibêjin. Ji ber ku hejmara ne ya tê aşkerakirin e. Ger qanûn pêk bihatana wê ew ejî niha bijiyana. Armanca me ya din jî eve ku gumanbarên jinan çiqas sûcdarin, yên ku wan diparêzin, edelet û daraz jî berpirse. Em vê jî vedibêjin. Em ê bêdeng nemînin. Em biryarê nas nakin. Em ê her hefte li vir bin.”
 
Dîroka dawî 1’ê Tîrmehê ye
 
Esemê destnîşan kir ku li gorî prosedura YE pêk tîne, bi giştî ji peymanê vekişîn wê di 1’ê Tîrmehê de pêk bê û ev tişt anî ziman: “Li gorî prosedurên Yekitiya Ewropayê sê meh berê di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Sê meh şûnde wê bi giştî ji Peymanê bê derketin. Ji ber vê jî ji bo ku em peymanê di rojeva xwe de bihêlin û girîngiya wê bînin ziman, em ê heta 1’ê Tîrmehê bên gel hev. Di heman demê de bi rêxistinên hemû welatan re em ê hevdîtinên pêkanîna çalakiyan pêk bînin.”
 
Esemê di dawiya axaftinê de wiha balkişand ser êrîşên polîsan yên di dema çalakiyê de: “Ji derdorê nahêlin kesên ku piştgiriyê didin bên gel me û me guhdar bikin. Nêzîkî me nakin. Bi zanebûn pêşî lê digirin ku zêdetir kes bi me nehese. Di vê pêvajoyê de, gelek bi nirxe ku em peymanê di rojeva xwe de bihêlin. Ji bo dewleteke evqas ceberut çalakiyên me gelek narîn in. Ev rêbaz têr neke em ê rêbazên din biceribînin. Em şûnde gavê navêjin, bêdeng namînin û qebûl nakin.”