ROJEVA 27'Ê GULANA 2021'Ê

  • 09:00 27 Gulan 2021
  • Rojev
*Ji Rêveberiya Meclîsa Jinê ya PYD'ê, Hêvîn Silêman têkildarî geşedanên dawî yên Rojavayê Kurdistanê bal kişand ser girîngiya yekîtiya gelê kurd û wiha got:"Êrîşên dewleta tirk ên li dijî kurdan ne nû ye û heta niha jî hovitiya xwe li beramber her kurdekî pêk tîne. Loma ji me tê xwestin ku em yekîtiya xwe xurt bikin û êrîşên dagirkeriya dewleta tirk têk bibin." DÎMEN HEYE
 
*Şêniyên gundê Eskara ya Pasûrê diyar kirin ku operasyona ku 7 rojan dom kir bandorê li gund û xwezayê kir û gotin: "Bi salane li vir operasyon tên kirin. Herî dawiyê li cihê ku operasyon pêk hatî de behnek cuda dihat. Ligel mexdûriyeta ku em ji ber operasyonan dijîn xwezayê jî tê texrîpkirin." BI DÎMEN 
 
*Ji Koma Kampanya Îzmîrê ya Em Dest ji Peymana Stenbolê Bernadin Esem Duman, bal kişand ser girîngiya çalakiya nobeta ji bo Peymana Stenbolê dane destpêkirin û wiha got: “Ew şûnde gavê navêjin, em jî şûnde gavê navêjin. Ev rêbaz têr nekin em ê rêbazên din biceribînin. Em şûnde gavê navêjin, bêdeng namînin û qebûl nakin.”BI DÎMEN
 
*Hevserokên TUHAY-DER û DBP’ê balkişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe dane destpêkirin û gotin divê demildest tecrîd rabe û hevdîtin pê bên. BI DÎMEN 
 
*Gulîzar Taş a ku ji gundê xwe hat koçberkirin û careke din vegeriya gund diyar kir ku ew bimire jî careke din ji gundê xwe dernayê û banga "vegerin gundê xwe" kir.  DÎMEN HEYE