Ev du hefte ne agahî ji Yana Kryvosheîa nayê girtin

  • 16:52 26 Gulan 2021
  • Rojane
 
ANTALYA - Ev du hefte ne agahî ji Yana Kryvosheîa ya Ukraynayî nayê girtin.
 
Ev du hefte ne agahî ji Yana Kryvosheîa ya Ukraynayî ya di 1’ê Gulanê de ji bo betlaneyê hatibû Antalyayê nayê girtin. Yanayê derdikeve ser çiyayê Geyîksîvrîsî ya Navçeya Konyaaltiyê û li vir dema ku bi rêya telefonê nagihîji dayika xwe jê re peyam dişîne û dibeje ser çiyayê Geyîksîvrîsîyê ye.
 
Yanayê piştî derdikeve ser çiyayê Geyîksîvrîsîyê agahî jê nayê girtin. Malbata Yanayê li bende bûn ew di 10’ê Gulanê de vegere Ukraynayê. Dema Yana venagere agahiyê didin rayedarên Tirkiyeyê û piştî agahiyê xebatên lêgerinê hatiye destpêkirin. Xebatên lêgerînê piranî li ser devera ku sînyala têlefona Yanayê tê meşandin e. Lê belê hêj tû encam nehatiyê girtin.