Jinên KESK’ê bertek nîşanê Derya Yanik dan: Îstîfa bike

  • 16:40 26 Gulan 2021
  • Rojane
 
AMED/ŞIRNEX - Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Amed û Şirnexê têkildarî gotina Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê ya Derya Yanik de daxuyaniyek da û diyar kirin ku divê ji jinan lêborînê bixwaze û îstîfa bike.
 
Meclîsa Jinan Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ên li Şirnex û Amedê, li dijî gotina Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê ya Derya Yanik "Di dema şewbê de tundiya li ser jinê dikare bê tolerekirin" daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
Li Amedê daxuyaniya ku gelek jin tevlîbûn pankarta bi dirûşma “Tundiya li jinê nayê tolerekirin” û “Peymana Stenbolê ya me ye” hat vekirin. Daxuyaniya ji aliyê Sekretera Jin a Egîtîm-Senê ya Şaxa 1’emîn Ezgî Çelîk ve hat xwendin, li hewşa Egîtîm-Sen’ê ya Şaxa 2’yem hat dayîn. Her wiha Meclîsa Jinan li Şirnexê jî daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
Di daxuyaniya Amedê de Ezgî wiha bal kişand ser tundiya li hemberî jinê: "Tundiya li dijî jinê di 10 salên dawiyê de sedî 1400’î zêde bûye. Di pêvajoya pandemiyê de di sala 2020’an de 300 jin hatin kuştin û kûştina 171 jinan jî di qeydan de wek bi gûman hat derbaskirin. Her wiha dîsa di sala 2021’an de jî di çar mehên serî de 95 komkujiya jinê pêk hat û mirina 59 jinan jî bi gûman bû.”
 
Ezgiyê, têkildarî axaftina Derya Yanik de ev tişt anî ziman: “Em ji vir bang li wezîrê dikin. Tehemula me li dijî feraseta we ya tundiya li ser jinê rewa dibîne û polîtikaya we ya dijminatiya jinê nema ye. Şîdeta li jinê nayê tolerekirin. Li dewsa ku we daxuyaniya daye diparêzin ji jinan lêborînê bixwazin. Tundiya jinê tê kirin polîtik e. Divê dev ji biryara fesihkirina Peymana Stenbolê berdin. Divê wezareta jinê ya ku jinê wekî kes nabîne û polîtikayên malbateke li gorî xwe diafirîne bê girtin. Divê 'Wezareta Wekhevî û Jinê' bê avakirin.
 
Ezgiyê, di dawiya axaftina xwe de got ew ê li dijî pergala kapîtalîzm, cudakarî û newekheviyê têkoşîna xwe bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em jin bi hêza ku ji jinan digirin li dijî pergala mêr û polîtîqayên mîlîtarîst mafên xwe biparêzin. Jiyanek azad û wekhev em ê jin bi berxwedana xwe ava bikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.