Jinên KESK'î: Şîdet nikare bê tolerekirin

  • 15:23 26 Gulan 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Meclîsa Jinê ya KESK'ê ya Colemêrgê têkildarî tundiya li ser jinê banga "Divê hûn ji jina lêborînê bixwazin û demildest îstifa bikin" li Wezîr Derya Yanik kir.
 
Meclîsa Jinê ya girêdayî Platforma Şaxên Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li dijî gotina Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê ya Derya Yanik a di 22'yê Gulanê ya "Di dema şewbê de tundiya li ser jinê dikare tolere bibe" daxuyaniya çapemeniyê da. Sendîkaya Kedkarên Tendirusitiyê (SES), Sendikaya Kedkarên Zanist û Perwerdeyê (Egitim Sen) û endamên Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî daxuyaniya li ber avahiya KESK'ê hat dayin bûn. 
 
'Ji jinan lêborînê bixwazin'
 
Di daxuyaniyê de Ezgi Ozkan li ser navê Meclîsa Jinê ya Colemêrgê axivî. Ezgiyê wiha got:"Em ji vir bang li wezîr dikin. Tehemula me li dijî feraseta we ya tundiya li ser jinê rewa dibîne û polîtikaya we ya dijminatiya jinê nema êdî. Şîdeta li ser jinê nikare bê tolerekirin. Dewsa hûn daxuyaniya we daye hûn diparêzin ji jinan lêborînê bixwazin. Tundiya li ser jinê polîtik e. Divê dev ji biryara feskirina Peymana Stenbolê berdin. Divê wezareta jinê ya jinê wekî kes nabîne û polîtikayên malbatî diafirînin bê girtin. Divê 'Wezareta Wekhevî û Jinê' bê avakirin."