Derbarê Dayika Aştiyê Fatmayê de salek û 4 meh ceza hat birîn

  • 14:51 26 Gulan 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Di daneşîna yekem a doza ku bi hinceta “Heqaret li Serokkomar kiriye” ya di derheqê Dayika Aştiyê Fatma Turan de hatibû vekirin salek û 4 meh cezayê girtîgehê li Fatmayê hat birîn.
 
Li Colemêrgê di 17’ê Îlona 2020’î de di derbarê Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Fatma Turan de piştî ku ‘bangewaziya aştiyê’ kiribû doza “Heqaret li serokkomar kiriye” hat vekirin. Danişîna yekemîn a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliyê hat dîtin, her wiha Fatma tevlî daneşînê nebû. Hevseroka Partiya Demokratik a Gelan (HDP) a Colemêrgê Sînem Seven jî daneşîn şopand.
 
Şandeya Dadgehê di derbarê Fatmayê de bi hinceta “Teşwîqkirina gel a kîn û dijminatiyê” salek û 3 meh, ji sûcê “Pesnê sûc û bersûc dide” mehek cezayê girtîgehê da. Dadgehê ragihandina cezayê Fatmayê taloq kir.
 
Çi bûbû?
 
Li Colemêrgê di 17’ê Îlona 2020’î de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. Di daxuyaniyê de Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Fatma Turan axivîbû û wiha gotibû: “Divê hemî jin ji bo aştiyê bên gel hev. Gelê Kurd bi rêya şer xilas nabe divê aştî pêk were.” Piştî axaftinê bi hinceta “Heqaret li serokkomar kiriye” hatibû binçavkirin.  Piştî îfadeya Fatmayê ya Dadgerê Cezayê Sulhê ew bi şertê kontrola êdlî hatibû berdan. Her wiha piştre derheqê Fatmayê de doz hatibû vekirin.