Emîne Şenyaşar: Kulîlkên me çilmisandin

  • 14:02 26 Gulan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û lawê wê Ferît Şenyaşar 79 roj in nobeta xwe ya edaletê didomînin. Emîneyê wiha bertek nîşanî êriş û helwesta li dijî wan, da: “Kulîlkên me zuha kirin. Mala me xera kirin.”
 
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di encama êrişa xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de jiyana xwe ji dest dan û kurê wê Ferît Şenyaşar jî di bûyerê de birîndar bû, dest bi nobeta “edaletê” kirin.  Çalakiya Emîne û Ferît di roja 79'emîn de berdewam dike.
 
'Mala min xera kirin'
 
Emîne û Ferît hatin ber edliyeyê û çalakiya xwe domandin. Emîne Şenyaşar têkildarî hevdîtina telefonê ya kurê xwe re wiha got:"Lawê min li odeya yekkesî tê girtin. Ji min re got 'dayê ez ji bo te li ser piyan dimînim'. Malbata min qetil kirin. Kulîlkên me di kozika wan de çilmisandin. Ez hêvî dikim kulîlkên wan jî biçilmise. Kurê min di girtîgehê de yên malbata min qetil kirin li derve digerin. Mala min xera kirin."
 
Piştgiriya ji bo lêgerîna edaletê ya malbatê dewam dike. Hevserokên Şaredariya Stewrê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê qeyûm tayînî tewsa wî hat kirin Gulistan Oncu û Mahsum Denktaş û rêveberên Artukluya HDP'ê jî tê de heyetekê serdana malbata Şenyaşar kir. Hevserokê HDP'ê yê Stewrê Selahattin Onder peyam da ku ew ê heta dawiyê li gel malbata Şenyaşar bin. 
 
'Em ê heta dawiyê bi têkoşîna malbatê re bin'
 
Gulistan Oncu jî bal kişand ser êrişên li ser malbatê û wiha got:"Tiştên hatine jiyîn nûnertiya bêedaletiyê ye. Dibe ku îro kêm kes li vir bin lê belê bi milyona mirovên wîcdanê wan birîndar bûne îro tevî malbat Şenyaşar in. Em ê heta dawiyê bi têkoşîna malbatê re bin."
 
Heyetê demekê bi malbatê re nobet girt.