Çalakvanên grevê ya Mexmûrê: Bi berxwedanê dê azadî pêk bê

  • 13:07 26 Gulan 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştar ji bo tevlîbuna pêngava "Dem dema azadiye" hatî destpêkirin îro di roja 160’an de didome. Çalakvanên greva birçîbûnê banga mezinkirina çalakiyan kirin û gotin: "Niha pêvajoyeke hesas li ber me ye. Dixwazin yekcar kurdan tune bikin. Ji ber wê yekê jî divê kurd berxwedana xwe xurt bikin, xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Çalakî bi koma 81'an 160 roj in didome. Îro endamên Meclîsa Îştar serdana çalakvanan kir. 
 
'Ji bo azadiyê serî rakin' 
 
Helena Babat, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku ji hêla girtiyan ve hatî destpêkirin û got: "Greva birçîbûnê piştî li girtîgehan belavbû niha jî li Mexmûrê û wargeha penaberan a Yewnanistanê didome. Em ê heta serkeftinê çalakiya xwe bidomînin. Bi hezar sal in Gelê Kurd di nava êrîşek mezin de ye. Gel her tim di nava zor û zehmetiyan de jiyana xwe domandiye. Li beramber van bêmafiyan divê em rabin û çalakiyên bi bandor li dar bixin. Mafê her kesiyê ku bi çand û zimanê xwe bijî û li tevahiya cîhanê jî wisa ye. Lê hertim Gelê Kurd ji vê mehrum mane. Pêwîste em piştgiriyê bidin berxwedana gerîla ku em bi hev re bi ser kevin. Ji ber wê yekê banga min ji bo Gelê Kurd, jin, ciwan û tevayî kesên demokrat ew e ku bê mafiyê ne pejirînin û li dijî wê serî hildin heya em bigihin azadiyê."
 
'Divê em têkoşîna xwe mezin bikin'
 
Miryem Bulut jî derbarê tevlîbûna xwe ya çalakiyê de wiha anî ziman: "Çalakiyên ku li zindanan hatî destpêkirin li seranserî cîhanê û di nava Gelê Kurd de  bandorek mezin kir. Bi vî awayî dema mirov paradigmaya serokatiyê temaşe dike mirov dibîne ku tevahiya cîhanê çawa bi bandor bûye. Di hêla fikr û ramanê de, ji hêla parastina mafên jin û zarokan de, di nava civakan de fikrên wî bi bandor e. Em armanc dikin ku Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe. Niha pêvajoyeke hesas li ber me ye. Dixwazin yekcar kurdan tune bikin. Ji ber wê yekê jî divê kurd berxwedana xwe xurt bikin û xwe bi rêxistin bikin. Divê em têkoşîna xwe mezin bikin."