Li herêmên rejîmê sindoqên hilbijartinê hatin danîn

  • 11:36 26 Gulan 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo diyarkirina serokê dewletê, li Sûriyeyê li herêmên di bin kontrola rejîmê de sindoq hatin danîn û dengdayîn didome. 
 
Li Sûriyeyê li herêmên di bin kontrola rejîmê de ji bo diyarkirina serokê dewletê sindoq hatin danîn. Ji bo serokdewletiyê 3 namzet tevlî hilbijartinê bûne. Bi serokdewletê niha Beşar Esad re Abdallah Saloum Abdallah û Mahmoûd Ahmed Mareî tevlî hilbijartinê bûne û li dijî hev di pêşbirkê de ne. 
 
Piştî danîna sindoqan saet di 07.0’an de dengdayînê dest pê kir û dê heta saet 19.00’an dengdayîn bidome. Li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) de sindoq nehatin danîn û hilbijartin li wan nayê kirin. 
 
Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê, ragihand ku li bendê ne 18 milyon kes tevlî hilbijartinê bibin û dengê xwe bi kar bînin. 
 
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), ragihandibû ku ew tu hilbijartineke ku daxwazên gel eleqedar neke hilbijartinê red dikin û destûr nedin ku sindoq li herêma wan bên danîn. 
 
Amerîka, Îngilistan, Fransa û Îtalya jî ragihandibûn ku hilbijartinê meşrû nabînin.