OHD: Tupên xwînê demek dirêj e di bin axê de bûn

  • 09:12 26 Gulan 2021
  • Rojane
AMED - OHD'ê ya ku rapora têkildarî tupên xwînê yên li beşa bêkesan a Goristana Yenikoyê hatin dîtin, eşkere kir, da zanîn dibe ku tupên xwînê demek dirêj e di bin axê de mabin. 
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) a Amedê têkildarî tupên xwînê yên di 13'ê Gulanê de li Goristana Yenikoyê ya Rezanê hatin dîtin rapora çavdêriyê eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin dibe ku tupên xwînê demek dirêj e di bin axê de mabin. Piştî îhbarê polîs hatibûn ser goristanê û tupên xwînê kiribûn bin ewlehiyê lê belê girtek negirtibûn. 
 
Di raporê de hat gotin li qadeke nêzî 50 metre kare tupên xwînê yên qapaxên wê bi rengên şîn, xemrî, zer, helesor ên belavkirî hatine dîtin. Hat diyarkirin xwîna di hinek tupan de zuha bûye ya hinek tupan jî hîn zuha nebûye. Dîsa hat diyarkirin di tupekî de şilaviyeke zer heye. 
 
‘Tupên xwînê demek dirêj e di bin axê de bûn’
 
Di raporê de hat diyarkirin nivîsên bi îbareya Serdozgeriya Komarê ya Amedê, Serdozgeriya Komarê ya Êlihê, Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, Serdozgeriya Komarê ya Farqînê, Serdozgeriya Komarê ya Mîdyadê li ser tupan hene. Her wiha hat gotin li ser tupan hejmarên kîmyayê û hejmarên Saziya Tipa edlî hene. Hat ragihandin gelek nivîsên li ser tupan deforme bûne. Di berdewamiya raporê de wiha hat gotin:"Ger ji vir derkevin ser rê em ê bibînin ku tupên xwînê demek dirêj e di bin axê de bûn. Her wiha hat tespîtkirin ku hejmarên kîmyayê û hejmarên saziya tipa edlî aîdî salên 2015 û 2016'an e. Bi tevahî 14 kesên hinek jê tenê nav, hinek jê nav û paşnav û hinek jî tenê paşnavên wan hatibûn nivîsandin hatin tespîtkirin. Hejmarên ATK'ê yên li ser 10 tupan dihat xwendin û hejmarên kîmyayê yên li ser 8 tupan dihatin xwendin."
 
Girtek nehat girtin
 
Di raporê de hat gotin nêzî 100 tup hatine dîtin û wiha dewam kir:"Piştî lêkolîn û tespîtên li qadê di 15.00'an de em li 155 geriyan. Polîsên hatin cihê qadê tupên xwînê kirin bin ewlehiyê. Lê belê girtek nehat girtin. Piştî polîs ji cihê bûyerê çûn tespîtên me girtin me girteka wê jî girt û me dawî li xebata tespît û çavdêriyan anîn.