Civaknas Berçem: Li şûna çareseriya bûyerên xwekujiyê tên veşartin

  • 09:08 26 Gulan 2021
  • Rojane
Sema Caglak - Şehrîban Aslan 
 
AMED - Civaknas Berçem Turk bal kişand li ser texrîbatên xizanî ya li ser civakê û wiha axivî: "Çiqas bêedaletî û newêkhêvî kûr dibe ewqas baweriya mirovan jî ji jiyanê dişkê. Li şûna ku xwekuştin bê rawestandin, bûyer tên veşartin." 
 
Yek ji pirsgirêkên Tirkiyeyê xizanî û qeyrana aboriyê ye. Ji ber van pirsgirêkan welatî di bin qeyranek kûr de têkoşîna jiyanê didin. Ji ber wan pirsgirêkan êdî welatî çareseriyê ji xwe kuştinê de dibînin. Civaknas Berçem Turk bal kişand li ser texrîbatên xizanî ya li ser civakê û têkildarî mijarê nerînên xwe ji ajansa me re parve kir.
 
‘Li ser ciwanan texrîbatên mezin çêdike’
 
Berçem diyar kir ku pêvajoya pandemiyê di hêla aboriyê de li ser hemû cîhanê bandorekê neyînî pêk anî lê li Tirkiyeyê beriya pandemiyê jî qeyranek mezin hebû. Berçem anî ziman ku pirsgirêka xizaniyê ya li Tirkiyeyê di astekê de neçareserkirinê de ye û got: “Bêguman ev qeyrana aborî herî zêde li ser civakê bandorek mezin pêk tîne. Birêvebirina vê krîzê xwe diteyisîne derûniya li ser civakê. Her wiha li gel vê qeyranê newêkhêviya li ser civakê jî zêdetir bû. Ango dabeşkariya civakê xwe da der. Her çiqas bêedaletî û newêkhêvî xwe kûr dike ewqas baweriya mirovan jî ji jiyanê re dişkê. Ew jî dibe sedem ku bêhêvitîyek kûr derdikeve. Bi taybetî jî li ser ciwanan texrîbatên mezin çêdike.”
 
‘Li şûna çareseriya bûyerên xwekujiyê li ser wan tê girtin’
 
Berçem diyar kir ku di pêvajoya niha de tu kes nikare beranberiya keda xwe bigire û rastî kedxwariyên mezin tên û wiha axivî: “Di demên dawiyê de di nav  mala hemû kesan de behsa pereya kripto tê kirin. Ji ber ku êdî hemû kes li pey rêyên çareseriyê ne. Ev hemû bingeha xwe ji xizaniyê digire. Xizanî ne tenê li ser jinan an jî li ser ciwanan bibandor dibe. Ji ber ku di her beşên civakê de bandorek cuda pêk tîne. Em dibînin ku bi destpêka pêvajoya pandemiyê de gelek kes ji ber pirsgirêkên aborî dawî li jiyana xwe tînin. Mixabin her hefte her roj ev nûçeyên xwekujiyê belav dibe. Lê belê ev bûyerên xwekujiyê deng venade. Ji bo ku pêşiya wan bûyeran bê girtin çareseriyek nayê kirin. Beravajiya vê li ser van bûyeran tê girtin. Di heman demê de em dikarin bêjin ku rolên civaka zayendperest di van bûyerên xwekujiyê de xwedî rolekê girîng digire. Ji ber ku di dîrokê ve heya niha rol û mîsyonên ku li ser zilamê hatiye bar kirin bi xizanî û kûrbûna qeyrana aborî ji bo pêkanîna bûyerên xwekujiyê rê vekiriye."
 
'Dorên li ber PTT'ê pirsgirêkan çareser nake'
 
Berçem bal kişand li ser pereyê alikariyê ku dewlet dide û got: “Ligel pandemiyê û ligel belavbûna şewba vîrûsê di şefeqa sibehê de em dorên li ber PTT’ê dibînin. Jinên ku di saetên zû de tên ber derê PTT û bi saetan li wir disekînin dizanin ku ew pere têrî nake lê tevî van yekan dîsa jî bi saetan li wir dimînin. Ew rewş dîmena kûrbûna xizaniyê nişan dide. An jî divê rojên bazaran bên temaşe kirin ku di dawiya bazarê de welatî tên sebze û fêkiyên rizî digirin. Dîmenên ku em şahîdê dibin xeterebûna rewşa Tirkiyê nişan dide.”
 
'Texrîbatên gelek giran di pêşiya me de heye'
 
Berçem bilêv kir ku bandorên vê rewşê di pêşerojê de mimkûn e ku xwe zêdetir nişan bide û wiha got: “Texrîbatên herî giran dê di nav 10-15 salan de xwe nişan bidin. Dê gelek esnafên biçûk êdî nemînin. Asta bêkariyê wê zêdetir bibe. Ji ber şikestina gelek polîtîkayên dewletê wê civak biterikîn valahiyekê mezin. Gava mirov van hemû dide ber çav diyar dibe ku sererastikirina deruniya civakê û normalbûna vê pergalê wê gelek dem bigire.”