ROJEVA 26'Ê GULANA 2021'Ê

  • 09:00 26 Gulan 2021
  • Rojev
*Yek ji gundên kevn ê di warê bicihbûna mirovan de Gundê Meşqûqa Mezin e. Xwedî avahiyên balkêş û dîrokî ye. Lê belê nayê parastin  û ji ber vê yekê gundî jî gazinan dikin. Dîroka Meşqûqa li benda kifşkirinê û parastinê ye. DÎMEN HEYE
 
*Ji bo li kesên di bin çavan de hatin windakirin bê pirsîn di 1995’an de Dayikên Şemiyê li Qada Galasarayê hatin cem hev û têkoşîna wan a ji bo windayan li cîhanê mînak tê nîşandan.
 Di çarçoveya 21-27’ê Gulanê Hefteya Windayan a Navneteweyî de li hemû cîhanê bi bernameyên cuda pêk tê.
 
*Turkan Karagoz û D.C. yên astengdar ku li taxa Ahirdir dijîn, yekane daxwaza wan ew e ku di pergaleke baş de bijîn. BI DÎMEN 
 
*Civaknas Berçem Turk bal kişand li ser texrîbatên xizanî ya li ser civakê û wiha axivî: "Çiqas bêedaletî û newêkhêvî kûr dibe ewqas baweriya mirovan jî ji jiyanê dişkê. Li şûna ku xwekuştin bê rawestandin, bûyer tên veşartin." 
 
*Endama Ofîsa Jinan a Meclîsa Sûriya Demokratîk, Darîn Mihemed di derbarê hilbijartina serokatiyê ya Sûriyeyê de nirxandin kir û got: "Ev hilbijartin dijqanûnî ye û temsîla gelên Sûriyeyê nake." DÎMEN HEYE
 
*Sekretera Jinê ya SES'ê Gonul Adibellî ku li ser operasyonên binçavkirinê yên li hemberî SES'ê pêk hatin nirxandin kir û got, "Di demeke ku têkiliya Siyaset-mafya -dewletê aşkere bû de, ji bo ku rojevê biguherînin wekî her gavê berê xwe dan hêzên demokrasiyê û bi vê dixwazin xwe paqij bikin." DÎMEN HEYE
 
*Masîde Ocak, bal kişand ser îtîrafên Sedat Peker û got: "Sedat endamekî dewletê ye û gelek îtîrafan kir. Em jî wekî xizmên windayan 26 sal in daxwazên xwe tînin ziman. Em dixwazin kesên ku bûne sedema windakirina xizmên me bila hesabê bidin û bên cezakirin."