Pêkhateyên Konferansa Demokrasiyê: Çareserî têkoşîna hevpar e

  • 15:47 25 Gulan 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Di çalakiya ku ji aliyê pêkhateyên Konferansa Demokrasiyê ve hat kirin de rêveberên komên xebatê, bal kişandin ser pirsgirêkên heyî yên li Tirkiyeyê û banga rêya çareseriyê di têkoşîna hevpar re derbas dibe kirin.
 
Pêkhateyên Konferansa Demokrasiyê têkildarî Konferansa Demokrasiyê ku wê di meha hezîranê de bi beşdariyek zêde li dar bixin, li Navenda Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a li Okmeydaniya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek endamên pêkhateyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Nûnerên komên xebatê ku ji aliyê pêkhateyên Konferansê ve hatin avakirin, daxuyanî dan. Nûneran têkildarî berxwedana jinan, hiqûq, ciwanan, rewşa kesên hatine îxrackirin, şer û feqîrtî, mafê jiyanê, talanên ekolojîk, astengdar, bawer û netew, rewşa penaberan, mafên zarokan, çand û hunerê, qada perwerdehiyê û çapemeniyê axivîn û destnîşan kirin ku ew dikarin pirsgirêkên li welat bi têkoşînek hevpar çareser bikin. 
 
Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Emîne Erbey jî wek mêvan beşdarî daxuyaniyê bû û destnîşan kir ku bi salan e ew ji bo aştiyê li kuçeyan li ber xwe didin û tu ferq di navbera hêsirên çavê dayikan de nîne. Emîne anî ziman ku ew dixwazin kuştin bi dawî bibin, zarokên wan di girtîgehan de werin berdan û divê her kes guh bide banga aştiyê.