Emîne Şenyaşar: Em li mafê xwe digerin

  • 13:06 25 Gulan 2021
  • Rojane
RIHA - Emîne û lawê wê Ferît Şenyaşar ku 78 roj in nobeta xwe ya edaletê didomînin gotin: “Ev dewletek û edaletek çawa ye? Ez ê ji bo lawê xwe Fadil têbikoşim. Em li mafê xwe digerin.”
 
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di encama êrişa xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de jiyana xwe ji dest dan û kurê wê Ferît Şenyaşar jî di bûyerê de birîndar bû, dest bi nobeta “edaletê” kirin.  Çalakiya Emîne û Ferît di roja 78'emîn de berdewam dike.
 
Emîne û Ferît Şenyaşar vê sibehê dîsa hatin ber avahiya edliyeyê û dest bi nobeta xwe ya edaletê kirin. Polîsan bi hinceta pandemiyê malbat ji hewşa avahiya edliyeyê derxist. Li ser vê yêkê malbatê li ber bariyerên danîne pêşiya avahiyê nobeta xwe berdewam kir.
 
‘Ev çawa edalet û dewlet e’
 
Emîne Şenyaşar bi bîr xist ku li kargeh û nexweşxaneyê hevjînê wê û du lawê wê hatine qetilkirin. Emnîneyê destnîşan kir ku ew ji bo lawê xwê Fadil Şenyaşar ê niha girtî ye li ber edliyeyê daxwaza edaletê dikin û got: “Li kargehê birîndar kirin. Li nexweşxaneyê qetil kirin. Ez dixwazim lawê min were berdan. Çima qeydên li nexweşxaneyê dernaxînin? Ev nêzî sê mehin e em li vir in. Êdî çavê me nabîne. Ev dewletek û edaletek çawa ye? Ez ê ji bo lawê xwe Fadil têbikoşim. Em li mafê xwe digerin lê ew me diqewirînin. Em tên binçavkirin. Lê kujer serbest digerin. Ez edaletê dixwazim.”
 
Ferît Şenyaşar jî anî ziman ku ew bi piştevaniya ji bo wan tê dayîn li ser piyan dimînin û ew ê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin.
 
Nobeta malbatê berdewam dike.