Li Mexmûrê koma 81'an greva birçîbûnê dewir girt

  • 10:45 25 Gulan 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" hatiye destpêkirin, bi biryardariyek mezin berdewam dike. Îro koma 81'an greva birçîbûnê dewr girt. Çalakî 159 roj in didome. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Çalakiya ku 159 rojin didome îro koma 81'an dewr girt.
 
Merasîma dewirgirtinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê koma 80'an jî Ferhat Kaçan axivî û got: “Ji bo tevlîbûna pêngava ‘Dem dema azadiyê’, me dest bi çalakiyê kir û em bi serkeftina Garê bi vînek xurt çalakiya xwe didomînin. Îro ji hemû aliyan ve êrişek heye û li hemberî rêberê me jî êrişeke topyekûn heye. Her wiha li hemberî gelê me û rêxistina me jî heman êriş pêk tê. Bê guman li beranberê van êrîşan berxwedanek bêhempa ya şervanên şoreşê heye. Lê nabe ku berxwedana gerilla yek alî bimine, divê gel jî piştgiriyê bide têkoşînê."
 
Bangawaziya me ji bo hemû aliyên demokrat, Gelê Kurd û qada navnetewî ew e ku li hember van êrîşên qirkirinê serî rakin, dengê xwe bilind bikin û helwesta xwe bi zelalî diyar bikin. Bimre îxanet, bijî berxwedana gerîlla, bijî Serok Apo.”
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.