Karkerên jin ên çandiniyê: Em tenê mafê xwe dixwazin

  • 09:06 25 Gulan 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Karkerên jin ên çandiniyê yên li herêma Anataloya Navîn di konan de dijîn bal kişandin ser zor û zehmetiyên dijîn û gotin: “Mirov li ser axa xwe be hestek cudaye. Dema ku debare bibe kes axa xwe nahêle û naçe cihek din. Me axa xwe hişt û em hatin. Ji warê xwe dûr dijîn. Ji bo mirovan wek mirin e.”
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşa ewil ê kampanya "Ji bo jinê edelet" li herêma Egeyê Îzmîr û Soke ya Aydinê bi hevdîtinên "Ji xizaniya jinê re na" di meha nîsanê de da destpêkirin. Lingê duyem jî li Herêma Anatolya Navîn li navçeya Bala a Enqereyê û li Kulu û Cîhanbeylî ya Konyayê da destpêkirin. Parlamenteran jî di serdanan de cih girtin û pisgirêk û rewşa xebatkaran birin meclîsê. Me bi jinên ku ji Dîlo, Riha û Hatayê hatine Anatolya Navîn bi îcarê erd girtine û li ser dixebitin re hevdîtin kir.
 
‘Em bi tirsa mirinê dijîn’
 
Ayşe Şayzogan ya dayika 4 zarokane û li Kulu ya Konyayê di kon de dijîn wiha got: “Yek zarokekî min jî perwerdê nagire û ji ber aboriyê em ji Rihayê hatin. Ne ez ne hevjînê min xwendin û nivîsandinê nizanin. Em nikarin zarokan jî bidin xwendin. Em ji bo bixebitin tên vir. Wisa biçe wê zarokên min jî nexwînin. Em hewl didin li zarokên xwe binêrin, lê em pê re nagihînin. Cil û bergên zarokên min cîran didin. Pêlavên wan tune ne. Binêrin lingê wan tazîne.  Em li vê cîhanê her tim bi tirsa mirinê dijîn. Ji ber hawirek paqij tune, nişkave dibe bahoz û konê me xera dike. Carna bi şev ranazêm. Bi rastî tu tiştekî min tune û ez bê çareme. Sala borî ez dixebitîm, lê îsal ji ber ku min zarok ani dinê ez nikarim bixebitim.”
 
‘Ji ber pere tune av jî tunê’
 
Ayşeyê her wiha ev tişt anî ziman: “Bikşînin, bila hemû cîhan rewşa me bibînin. Ji du parçe nan wêdetir tiştekî me tune. Telefonek me ya biçûk heye ew jî kontor têde tune. Ji ber pere tunebû em neçûn konê bi ceyran. Em di tariyê de ne. Av jî bi pereye, ji ber pere tune av jî tune. Binêrin her tişt bi pere ye. Hêza me tune em bigirin. Ez wek jinekê hem alîkarî didim hevjînê xwe hem jî li zarokên xwe dinêrim. Her wiha ez ji hevjîn şîdetê jî dbînim. Ez bang li rayedaran dikim; bila alîkariyê bidin me. Daxwaza min ev e; hevjînê min çopê jî berhev bike wê zikê zarokên me têr bike. Bila karekî bidin hevjînê min, ger karê wî hebûna em ê heta vir nehatibana. Qe nebe em bimrana jî li ser axa xwe bimra. Ez dixwazim zarokên min bixwînin, jiyana xwe xilas bikin. Em wek welatî tenê mafê xwe dixwazin.”
 
‘Em mafê xwe dixwazin’
 
Karker Emîne Eroglu ya ji Pirsûsa Rihayê hatiye jî ev tişt anî ziman: “Ev meheke em hatine Balayê. Em ê 6 mehan bimînin. Jiyan zehmete li vir. Av û ceyran tune. Em avê bi tankêrê tînin. Em ceyranê jî bi şev saetekê pêdixînin. Du zarokên min hene. Em di van şertan de nikarin li zarokan binêrin. Ew jî rezîl dibin. Em neçarin zarokên xwe jî bînin, zarok perwerdê jî nabînin. Em dixebitin lê em zirarê dikin. Sala borî pîvaz destê me de man. Em wek welatî ji rayedaran mafê xwe dixwazin."
 
‘Me cejn pîroz nekir’
 
Mehiyet jî Hatayê hatiye û nêrînê xwe wiha anî ziman: “Jiyana kon zehmet e. Mazot, benzîn bihaye. Em avê ji dûr tînin. Carna avê nadin. Em nexweşdikevin, diçin nexweşxana Şereflîkoçhîsar ew jî dûre. Heta em diçin perîşan dibin. Em nikarin biçin cihekî. Ji ber ku her tişt dûr e. Cejn hat derbas bû, me pîroz nekir. Di nav vê axê de ma cejn dibe. 6 zarokên min hene. Em hewl didin li zarokên xwe binêrin, av û ceyran tune. em avê 30-40 km ji dûr tînin. Cihê herî xweş axa mirovane. Warê mirovan gelek xweşe. Her kes dixwaze li ser axa xwe bijî.”