‘Di pandemiyê de şîdeta li ser jinan zêde bû’

  • 09:04 25 Gulan 2021
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Seroka ÎHD’a Stenbolê parêzer Gulseren Yolerî şîdeta li ser jinê û polîtîkayên bêcezabûnê nirxand û da zanîn ku di serlêdanên tên kirin de zêdebûnek heye û serlêdan ji bo ewlehiya can, starbûn û hewcedariyên aborî tên kirin.
 
Ji ber pandemiyê, şîdeta mêr û kuştinên jinan jî zêde bûn.  Seroka ÎHD’a Stenbolê parêzer Gulseren Yolerî, der barê pêvajoya girtina tam de û serlêdanên li komeleyê tên kirin de ji ajansa me re axivî.
 
‘Di pandemiyê de tundî zêde bû’
 
Gulserenê daxuyakirin ku di pandemiyê de şîdeta li ser jinan zêde bûye û di vê mijarê de gelek serlêdan ji bo ÎHD’ê hatine kirin û wiha pê de çû: “Yek ji rewşa herî girîn ya pandemiyê, yek girtin û ya din jî xizanî bû. Bi pêvajoya girtinê re jin neçar man bi gelek kesên malbatê re di heman qadê de bijîn. Ji ber sedema jiyana malbatî ya kevneşopî, jiyan zehmet bû. Barê jinan li malê giran bû.”
 
‘Serlêdanên şîdeta fîzîkî gelek zêde ye’
 
Gulserenê ev tişt anî ziman: “Jin li dijî xizanî û betaliyê bê çare man. Jina ku neçar e her roj xwarinê çebike, dema dan û standinê neke, pirsgirêk dîsa li wê vedigere. Rastî şîdet û heqeretê tê. Weke ku sedema xizaniyê jin e, tê dîtin. Şîdeta derûnî û aborî derket asta jor. Serlêdanên ji bo ewlehiya can, starbûn, hewcedariyên aborî û her wekî din serlêdan kirin. Her wiha daxwaza piştgiriya hiqûqî jî ya ku herî zêde derket pêş bû.”
 
‘Gilîkirin jî zehmet bû’
 
Gulserenê destnîşan kir ku di pevajoya pandemiyê de jinên mexdûrê şîdetê di alîyê gilîkirinê de zehmetî kişandine û jinên ku gilî kir jî divê malê terk bikin, wekî din bi gumanbaran re jiyan ne pêkan e. Gulserenê her wiha daxuyakirin ku di pêvajoya pandemiyê de cihên ku jin lê bisitirin jî hatine girtin û gelek jin di pêvajoya pandemiyê de bê parastin û ewlehî mane.
 
‘Daraz giran xebitî’
 
Gulserenê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê pêvajoyê de dadgeh jî ji bo nobedar xebitîne û dema covid derket dadgeh ket betlanê ji ber vê jî daraz pir giran û hêdî xebitî. Di vê rewşê de nirxandina serlêdanan jî bi awayek cidî bû pirsgirêk. Ligel vê piştî biryara vekişîna peymanê wê şîdeta li ser jinê jî zêdetir bibe.  Vekişîna Peymanê, îhtîmala vekişîna qanûna hejmar 6284 jî dihewîne. Mixabin ev wek xetereyê li pêşberî me disekine. Di nav jinan de hinek kom bi rastî pirsgirêkên pir giran dijîn. Jinên penaber, jinên karkerên demsalî, hîn bêtir bêpar û xizan in. Ji ber vê jî ev pirsgirêkên giran dijîn.”
 
Gulserenê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Divê nêzîkatiyên ku jinên penaber neçarî hêwîtiyê dike,bên lêpirsînkirin. Di vir de yên sûcdar ne jin in. Jinan neçarî vê jiyanê dike. Ya ku wisa dike ev pergal e. Der barê maf û nirxên mirovahiyê yên jinên kurd, romen û hemû jinên xizan û penaber de, hewcedarî bi wekhevkirin û piştevaniyê heye.”