Li Beyogluyê jinek ev 5 roj in li heman cihî rûniştiye

  • 15:47 24 Gulan 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Li Taxa Omer Hayyam a Beyogluyê şêniyan diyar kirin ku jineke Efrîkî ev 5 roj in  şêv û roj li ser dîwarê parastinê rûniştiye û ji cihê xwe ranabe.  
 
Li Taxa Omer Hayyam a Beyogluyê ya giredayê Stenbolê şêniyan anî ziman ku jineke temenê wê li dora 30 salî û Efrîkî 5 roj berê li ser dîwarê parastinê rûniştiye û şev û roj ji cihê xwe ranabe.
 
Jina rûniştî rûyê xwe nîşanî kesî nade, bi kesî re napeyîve û ji bo pêdiviya destava xwe diçe li parqa nêzî ku cihê lê rûniştiye. Her wiha ew xwarinên ku ji hêla şêniyên taxê ve  tê dayîn jî qebûl nake. Şêniyan xwestin ku rayedar mudexaleya vê rewşê bikin.