Rêveberiya Xweser sînorên xwe yên bi hikûmeta Şamê re girt

  • 15:23 24 Gulan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sînorên xwe hemû yên bi hikumeta Şamê re girt.
 
Ji bo girtina sînoran biryarnameya bi hejmara 129'an hat amadekirin. Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku bi biryarnameya 129'an wê deriyên sînor ên navbera herêmên di bin kontrola Şamê de ne bêne girtin.
 
Hate ragihandin ku biryar wê 24'ê gulanê saet di 19:00 de bikeve meriyetê. Ev biryar heta amadekirina biryarnameyeke nû wê derbasdar be.