Ji partiyên siyasî banga rakirina tecrîdê

  • 13:59 24 Gulan 2021
  • Rojane
 
AMED - Partiyên siyasî derbarê tecrîd û grevên birçîbûnê de daxuyaniyek dan û gotin: "Heta ku tecrîd neyê bi dawî kirin, tu pirsgirêk nayên çarserkirin." 
 
Kongreya Civaka Demokratî (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), têkildarî tecrîd û greva birçîbûnê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya navçeya Rezanê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, hevserokê Giştî yê KCD’ê Berdan Ozturk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bû.
 
Di daxuyaniyê de Berdan axivî û pêvajoyê nirxand û got: "Dewlet ev 6 sal in şerê xwe yê qirêj dimeşîne. Bi çete û mafya bûne yek û li hemberî kurdan şer dikin. Lê belê îktîdara ku vî şerê û polîtîkayên qirêj daye destpêkirin tu encam negirtiye dest. Rêveberiya Tirkiyeyê di destên çete û mafyayan de ye. Dewlet dixwaze têkiliya li ser çete û mafyayê bigire. Vî çawa dikin? Mînak vî sibehê li Edene û Amedê binçavkirinên ku kirin ve xwestin rojevê bigûherînin. Her çixwasî hûn me bikin binçavan jî dê hevalên me yên ku vî têkoşînê bimeşînin hebin. Her wiha daxuyaniyên ku tên dayîn de divê gelê Tirkiyeyê êdî rastiya bibîne.”
 
Berdan, di dawiya axaftina xwe de got girankirina tecrîdê bandorê li ser gel jî dike û wiha axivî: "Ji bo azadiya Gelê kurd û Rojhilata Navîn divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Heta tecrît neyê rakirin dê pirsgirêk jî neyên çareserkirin.” 
 
Piştî daxuyaniyê civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.