Li sê bajaran 20 kes hatin binçavkirin

  • 09:56 24 Gulan 2021
  • Rojane
 
 
EDENE - Polîsan di çarçoveya dosyayek a ku lêpirsîna wê li Edeneyê dewam dike li 3 bajaran bi ser gelek malan de girtin û rêveberên DBP û HDP’ê jî di nav de 20 kes binçav kirin.
 
Polîsan di çarçoveya dosyayek a ku lêpirsîna wê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi rê ve dibe de li Edene, Şirnex û Dêrsimê bi ser gelek malan de girtin. Diserdegirtina malan de rêveberên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 20 kes binçav kirin. Li gorî agahiyên hatine girtin kesên ku hatine binçavkirin bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatine binçavkirin û li Miduriyeta Polîsan a Edeneyê tên ragirtin.
 
Navê hin kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: Rêveberê HDP’ê yê Edeneyê Mehmet Yaşik, Rêveberê TÛAYDER’ê ya Çûkûrovayê Mehmet Tûtûş û Cîgerxwîn Guven.